ÎHD’ê têkildarî 3’yê Gulanê daxuyanî da 2020-05-03 13:18:35   STENBOL – Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê bi boneya Roja Azadiya Çapemeniyê daxuyanî da û diyar kir ku êrîşên li dijî rojnamegeran zêde bûne.    Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê, bi boneya 3’yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê daxuyaniyek nivîskî weşand. ÎHD’ê di daxuyaniya da de wiha got: “Li Tirkiyeyê her tim rojname, televîzyon, radyo û sîteyên înternetê tên girtin. Ji ber sansur û qedexeyên li ser rewaşanan, mafê gel ê agahî girtinê tê binpêkirin. Rojnamegerên dixwazin çapemeniya azad pêş bixin li tevahiya cîhanê rastî zext û êrîşna tên. Li Tirkiyeyê azadiya çapemeniyê her tim tê binpêkirin. Li gorî daneyên îsal ên Rêxistina Rojnamegerên Sînor Nenas (RSF), Tirkiye di warê azadiya çapemeniyê de, di rêza 154’emîn a di nava 180 welatan de cih digire. Em bang dikin ku rojnamegerên girtî bên berdan û zextên li ser çapemeniyê bi dawî bibin.”