Dê li Başûrê Kurdistanê 11 deverên pîşesaziyê ava bikin 2020-05-03 19:47:04   NAVENDA NÛÇEYAN - Desteya Weberhênanê ya Herêma Kurdistanê diyar kir ku dê li Herêma Kurdistanê 11 deverên pîşesazî avabikin.    Desteya Weberhênanê ya Herêma Kurdistanê pilana weberhênana sala 2020’an bi civînek çapemeniyê eşekere kir. Serokê Desteya Weberhênana Herêma Kurdistanê Mihmemed Şukrî diyarkir niha nexşeya weberhênana Herêma Kurdistanê amadeye û wê li gorî pilanê 1 hezar 55 projeyên weberhênanê werin destpêkirin. Mihemed Şukrî da zanîn di pilana wan de heye li seranserê Herêma Kurdistanê 11 deverên pîşesazî çêkin ku wê nêzî 3 hezar kargehên cûda  cûda têde hebin. Şukrî diyarkir bi  temamkirina van projeyan re wê derfetê kar ji bo 200 hezar welatiyan çêbe.   Şukrî, anî ziman ku pêwîstiya Herêma Kurdistanê bi serçaveyên cûda yên aborî hene, bi taybetî jî divê sektora weberhênanê hîn zêdetir giringî pê were dayîn û wiha got: “Wê di nava du salên bê de piraniya pêdawîstiyên Herêma Kurdistanê di nava Herêmê de werin peydakirin û hinek jî bifiroşin ji derve. Niha li Herêma Kurdistanê 120 kargehên pîşesazî kar dikin, ji bilê berhemê ku li Kurdistanê tê mezaxtin, gelek berhemên wan kargehan ji dervere jî tê şandin. Projeyên ku di pilanê de hene werin çêkirin piranî di kerta pîşesazî de ne ku di nav de 461 projeyên pîşesazî ne, 113 projeyên çandinî, 227 projeyên geştuguzar, 162 projeyên tendirûstî û hinek projeyên din yên di warên cûda de ne wê werin çêkirin."