Baroya Colemêrgê: Em êrişên li dijî goristanan şermezar dikin 2020-05-04 00:18:08   COLEMERG - Baroya Colemergê êrîşên li dijî goristana ku li taxa Ormanê ya Geverê pêk hat şermezar kir û wiha got: “Yên êrîşî goristanê kiriye fikra wan û baweriya wan çi dibe bila bibe, para xwe ji mirovahiyê negirtine. Dîsa sincê wan riziya ye. Ji ber vê yekê em wan şermezar dikin."             Baroya Colemêrgê êrîşa li dijî Goristana li taxa Ormanê ya Geverê pêk hat bi daxuyaniyekê şermezar kir. Baroyê diyar kir ku di 1'ê Gulana 2020'an de li Taxa Ormanê ya Geverê goristan ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve rastî êrîşê hatiye û wiha got: "Goristana navborî berê jî rastî êrîşan hatibû. Li gel ku berê jî rastî êrîşan hatibû rayedaran tedbîr negirtine. Dîsa bi qasî tê xwestin lêkolîn nekirine. “Yên êrîşî goristanê kiriye fikra wan û baweriya wan çi dibe bila bibe, para xwe ji mirovahiyê negirtine. Dîsa sincê wan riziya ye. Ji ber vê yekê em wan şermezar dikin."