Hunermend Seîd Gabarî koça dawî kir 2020-05-04 09:35:40   HEWLÊR - Hunermendê Kurd Seîd Gabarî îro li nexweşxaneyeke bajarê Hewlêrê jiyana xwe ji dest da.   Li gorî agahiyên hatin bidestxistin; Seîd Gabarî di saet 04:45’an de li nexweşxaneya Serdem ya bajarê Hewlêrê jiyana xwe ji dest daye.  Seîd Gabarî bi nexweşiya penceşêrê ketibû û beriya çend rojan li nexweşxaneya Hewlêrê hatibû razandin.