‘Ocalan li dijî ‘bedbîniya’ kapîtalîzmê şîfreyên dawîn ên çareseriyê dide’ 2020-05-04 11:04:18 STENBOL – Civaknas Azad Barış, diyar kir ku vîrûsa koronayê rêvebirina bêpîvan a pergala kapîtalîzmê ye û got ku bêpîvanî jî ji ber nêrîna pergala kapîtalîzmê ya “bedbînîya” li xwezaya mirovan di pêvajoya dîrokî de teşe girtiye. Bariş, destnîşan kir ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, pergala kapîtalîzmê ji Dewletên Rahîbên Sumerê digire dest û di fikriyata xwe ya “Modernîteya Demokratîk” de şîfreyên dawîn ên çareseriyê dide.   Bi vîrûsa koronayê re nîqaşên rawêja “xwezaya mirov” ku mijara zanistiya siyasetê ye, hê girîngtir bûn. Nîqaşên rawêja “bedbînî” û “xweşbîn” ên xwezaya mirov ku bi feylesofên Yewnana Kevnar dest pê kiribûn, bi taybetî ji aliyê feylesofên Serdema Ronakbûnê Thomas Hobbes û J.J. Rousseau ve gelek hatine nirxandin.   Ramangerên wekî Noama Chomsky, Sigmund Freud û Michel Foucault bi fikrên xwe ji xwezaya mirov re bûn ronahî û analîzên xurt kirin. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji Dewleta Rahîban a Sumeran heta niha pergala serdestî û bindestiyê û pergala kapitalist  analîz kir. Ocalan li dijî peirgala kapîtalîst a serdest çareserî pêş xist. Di vê pêvajoya  ku şewb bandorek mezin li ser derûnî, xweza û tenduristiya mirov dike, Civaknas Azad Bariş têkildarî fikrên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nirxandin kir.    Bariş, anî ziman ku wekî pîvana fikrê xerabî di nerînên Sokrates û Platon de heye û wiha got: "Ev fikr heta serdema mitolojiyê dirêj dibe. Li gorî Platon xerabî nezanîn e. Nezanîn xerabî ye. Li gorî diyalektîkê jî xerabî bi serê xwe tune ye. Her tişt bi dijberên xwe hene. Başî tune be xerabî jî tune ye. Nûnerê têgeha xerabiyê her çend wekî ku Schopenhauer bê zanîn jî ne şirovekirinek bê sedem e. Schopenhauer xerabiyê wekî êşa cîhanê pênase dike.  Fikrên li dijî vê yekê jî hene. Di vê pêvajoya ku vîrûs belav dibe de û dibe şewba kurevî, wekî xwezaya şewbê nîşan dide ku serdema xerabiyê ya cîhanê ye. Lê li aliyê din fikrên li dijî xerabiyê erênî difikirin jî hene. Spinoza dibêje  di xwezayê de ne xerabî û ne jî başî hneye. Di xwezayê de dijberiya zincî tune ye. Di xwezayê de cudahî heye. Ev nerîn ji xeynî dualiyê fikrek cuda û bi qimet e. Ev nerîn têkiliya mirov û xwezayê ji nûve li ber çavan digire.    Hem Locke hem jî Kant, ji teza Platon a “Çawaniyên Bingehîn ên Xwezaya Mirov" bi bandor bûne. Ji Platon heta  îro gelek ramanger Kant jî di navde tiştên mirovî her tim li ser bingehê epistemolojik îzah kirine. Li gorî vê yekê Locke û Hume, li ser meseleya edalet, rêveberî û sincê ji felsefeya agahiyê ketin rê û tezên xwe pêş xistin. Li gorî Locke hişê mirov ji zayînê de wekî levhayek vala ye. Piştî demê û cih her tişt lê bicih dibin. Tu çi lê bar bike ew lê bi cih dibe. Kant jî diyar dike ku Xwezaya Mirov li ser zagona sinc tê avakirin.    ‘ŞEWB HÊRSA SERMAYÊ YE’   Bariş da zanîn ku heta niha têkildarî şewbê gelek fikrên cuda hatine ziman û got: “Divê meriv ji bîra neke rastiya bîr û dîroka şewbê heye. Mirov tenê viya bi fakotrên komplowarî eşkere bike dê maneya xwezaya sirûştê zehet bike. Li gel van hemûyan ya kurt û kurmancî meriv têkildarî şewbê bêje ev e; nîşaneya çerxa tundiya xwezayê ya li ser civakê ye. Yanî însan li dijî xwezayê bêrehm e. Tundiyek hov dike. Ev çerxa xwezayê ya li dijî însanan e. Lê dîsa ev şewb wek tundiya însanan ne tund e. Yanî yên navendî ne însan û xweza ne. Sermaye ye, çavkanî ne û heta mirov dikare bêje hêrsa mezinbûnê ye.”   ‘ALTERNATÎFA PERGALA KAPÎTALÎST CIVAKA EKOLOJÎK E’   Bariş bal kişand ser fikr û ramanên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên li ser pergala kapîtalîst û alternîfên li dijî vê pergalê û got: “Birêz Ocalan li ser mijara hilberîna kapîtalîst berfireh disekine. Em dizanin Ocalan pêşniyara “Modela Civaka Demokratîk Ekolojîk” dike. Ocalan bi awayek erênî û hêvîwar li mijarê dinêre. Armanca wî ew e ku civakek ango dinyayek ekolojîk, wekhev û demokratîk were avakirin û dixwaze vê çandê li ser piya bigire. Ocalan girîngiyê dide ser tezên Dubos, Mumford û bi taybetî jî Bookchin. Ev pêşengên civaka ekolojîk a alternatîf in. Ocalan têkildarî civaka ekolojîk di berhema xwe ya bi navê ‘Parastina Însanê Azad’ behsa vê yekê dike. Pêşniyarên li dijî hilberîna pergala kapîtalîst li Rojavayê Kurdistanê bi pergala hatiye avakirin re mirov îro eşkere dibîne.”   ‘XWEZA Û ÎNSAN DIVÊ LI HEV BIN’   Bariş bal kişand ser têkiliya însan û xwezayê ya ku Ocalan qala wê dike û got: “Bi destê pergala kapîtalîst her tiştên hovane pêk tê. Ev pergal ji xwezayê bigire heta mirovan talan dike. Birêz Ocalan jî dibêje ku tişta ku kapîtalîzmê xwedî dike damarê talanger e. Ji bo vê yekê jî dibêje ku her kes bi xwezayê re di nav hev de bijî û her kes bi xwezayê re li hev bike. Dibêje lazime ku civakek ku bi xwezayê re li hev be were avakirin. Modela civaka demokratîk û ekolojîk tê formüle kirin û ev pergal a ku navenda wê xweza ye hûnandinek civakî ye. Li navenda vê hûnandinê însan û xweza hene û bi qasî ku wekhev e di heman deme de halê wan rêxistinkirî yê civaka komunal heye. Birêz Ocalan her tim dibêje li dijî pergala kurewî ya kapîtalîzmê piştevanî û rêxistinek gerdûnî lazim e û ev yek ji her demê bêtir pêwîsttir e.”   Bariş, diyar kir ku yek ji kesê herî zêde têkiliya di navbera mirin û jiyanê, hezkirin û nifrînê, koletî û azadiyê, dostî û dijminantiyê, wêrekî û newêrekiyê de zane Birêz Ocalan e û wiha got: "Birêz Ocalan li gorî mirovekî normal, di aliyê xeyalan de pir dewlemend e. Xwedî tecrûbeyên gelek mezin in. Hem wekî mirovekî sade, hem wekî mirovekî fîlozof, hem jî wekî miroveki polîtik e. Ji ber vê yekê her gotike ku dibêje wateya wê pir kûr e. Bi vî aliyê xwe bandor li ser civakê kiriye. Bi fikrên xwe dîroka heyî xistiye bin şikê. Dema em li pêşniyarên Ocalan ên model dinerin, em 'Teoriya azadiyê' dibînin. Ji azadiya  gerdûni zêdetir azadiyek pir cuda ye. Nerînek di ser hemû nerînan re ye. Koka wê li ser felsefeya azadiyê ava bûbe jî di esasê xwe de cewherê vê azadiyê hebûn e.  Ocalan di aliyê vê fikrê de Marxist Samir Amin bibîr dixe.    Bariş, anî ziman ku ev fikr û nerîn, hem ji bo zanistiya civakî, hem jî ji bo bingeha têkiliya mirov û xwezayê madelek nû ya polîtîk pêş dixe û wiha lê zêde kir: "Nerîna Ocalan a bi vê ramanê, modela jiyanek nû pêş dixe. Ev model dê di pêşerojê de pêngavek nû pêş bixe û bê niqaşkirin. Ger ku em bi çavên rastiyên rojane binerin, hem şerên li herêmê pêş dikevin, hem jî qeyranên kurevî, bi xwe re hovîtiyekê pêş dixe. Di encama vê hovîtiyê de şewba kurevî pandemî pêş xist. Niha ev qeyrana pandemiyê nayê birêvebirin. Niha em bi heqîqeta têkçûna pergala kapitalist a polîtikayên aborî û ragihandinê re rû bi rû ne. Yê ku berî vê qeyranê herî zêde hişyarî kir yek jê Birêz Ocalan e. Ji ber ku Ocalan bi yekpareyî li meseleye dinere û analîz dike. Dîsa bi nerînek fireh û perspektifek freh mijaran digire dest.    Bariş bal kişand ser zanistiya civaknasiyê û wiha berdeam kir: "Di encamê de civaknasî zanyariyek bi çavdêriyê civakî pêş dikeve û encamê digire. Divê civaknas li qadê be û di nava rasdiyê de çavdêriyê bike. Divê hem bibîne û hem jî hîs bike. Ocalan nêzî 50 salan di nav rastiyê de ma û jiya. Li gel aliye bi aqil û razberiyê Ocalan di nava vê rastiyê de jiya ye. Li gorî vê nerînê di aliyê tinsel de li ser esasê polîtik û ramanî qadên nû vekiriye. Ji ber vê yekê analîz û tahlîlên ku ew dike rastiya xwe ji jiyan û dîroka civakê digire. Ji ber vê yekê fikra "Sosyolojiya Azadiyê"  ku Ocalan pêş xistiye, di esasê xwe de têgeha nerîna civaknasiyê ya çawa li azadiyê dinere digire dest. Divê em bi vê wateyê li vê meseyê binerin. Ocalan bi van fikrên xwe fîlozofên  Dibistana Frankfurtê Adorno û Horkheimer bibîr dixe. Li gorî vê yekê serdema ronakbiriyê û posîtifîzmê ku bûye bîrdoziya civaka nûjen ji kok ve rexne dike. Li gorî Ocalan zagona sincî ya pozitivizmê putperestiya serdemê ye. Teza Ocalan a sereke, di heman demê de wekî rexneya li ser aqilvaniyê ye. Wisa dihesibîne ku têkiliyên mirov û xwezayê tenê bi avakirina aqilê hestê pêkan e. Pergala Modernîteya Kapitalist ji ber sepantinên rêvberiya û îcatên têgehî, bi hişê analitik  dixebite.  Ocalan vê pergalê ne rewa û dijberiya nirşan pênase dike. Ocalan li dijî pergala Kapitalist felsefeya başkirinê ya ku navenda wê xweza-mirov e pêş xist. Li ser vê yekê pêşniyara pêvebestiya civakî ya ku bingeha xwe li ser başî, aramî, xweşikî, derdorparêzî, wekhevî, azadîparêziyê pêşniyar dike. Ocalan, bawer dike ku vê tengezariya mirovan bi nerina civaka ekolojik derbas bike. Sedema van qeyranên ku demek dirêj pêş dikevin wekî modernîteya kapitalist digire dest. Bawer dike ku modela amûrên azadîparêz û demokratîk û hevsengiya demokratik/azadîparêz pêş bikeve û wekhevî bibe rêgezek dê bibe bersîv. Ocalan li vir diyar dike ku avakirina civakek nû, bi famkirin û têgihiştina hemû aliyên dîroka mirovahiyê û bi lihevkirina civakî pêkan e. Em dibînin ku rêya fikra Ocalan ji cîhana fikrên Adorno û Horkheimer derdikevin. Ocalan ji bo çareseriyê civakek xwedî sinc û xwedî rêxistin pêşniyar dike. Ocalan beriya gotinên xwe bîne ziman, bi her awayî lêkolîn dike û di wezinîne û piştre dibêje. Ocalan nerinên xwe bêtir li ser sincê civakî ava dike. Ocalan di vê meseleyê de sûd ji felsefeya sinc, etika Protestan û filozofê yekem ê rojhilat Zerdüşt girtiye.    Bariş, destnîşan kir ku bi cewherî mirov bûn kurmê mirov û wiha got: "Bi şoreşa pişêsaziyê re mirovan tirba cîhanê kola. Hêj jî tirbê dikole. Yanî reşbînîya Hobbes hêj bi bawayekî bi fikar li pêş me disekine. Xwezî me qala herikandina dîroka xweşbinî kiribûya. Lê mixabin rastiya ruyê civakên nûjen ev e. Bi temamî bûye bûyaniyê rastiya xwe. Ev biyanîbûn, bînaniyek neyînî ye. Mirov ji cewher û rastiya xwe dûr dixe. Bi vê dûrxistinê re jî li hev tê. Mixabin ev şewb perçeyekî vê dîroka nayînî ye. Berhemê vê yekê ye. Mixabin îro dîsa li cîhanê di aliyê xerabiyê de pêşbirgek korane heye. Ev pêşbirga ji bo xerabiyê hêj didome. Ez bawer dikim ku hêj ew cewherê mirovan ê cîhanê baş bike heye. Ji ber ku di cewherê mirov de hilberîn û afirînerî heye. Ev dê dîsa derkeve holê. Wekî Nietzsche jî gotiye “Mirov dê bi cewherê hilberîn û afirandinê bi tenê bimîne û xwe bigine erema mirovan. " Ev dê hewl bide ku mirovên bi tenê bimîne bêtir li rastiya xwe bifiker û dîsa li cewherê xwe vegere. Ev jî dê bibe sedema hebûnê. Wekî Nietzsche û Zerduşt jî gotine “Erê mirov nikare barê xwe rake zahmet e. Sedema vê yekê jî gelek barên biyanî li ser milê xwe bar dike. Ew dê wekî heştiran dê bê xwar û gelek baran dîne ser milê wî. Wê demê dê gelek gotinên biyanî û nirxên biyanî lê bar bibin. Dê jiyan jî dwekî çolekê bifikire."      Herî dawî li gorî min divê her kes hebûna rêgeza “başiya zanyariyê" bibîr bixe. Ji ber ku ya me teşwikî aştiya civakî, wekhevî û aramiyê bike ev e. Divê em li gotina "Baş bifikire" ku deriyê bihişta biratiyê ya ser ruyê erdê li me vedike baş bifikirin. Wê demê an em dê "Baş bifikirin" û bi wêrekî tev bigerin an jî em dê ji dojehê razî bin."    MA / Naci Kaya