Dezenfektanek biçûk bi 23 tl difiroşin girtiyan 2020-05-04 13:43:09   OSMANIYE - Heyeta ku ji rêveberên HDP û ÎHD’ê pêk dihat bi rayedarên Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 2 a Osmaniyeyê re hevdîtin kirin. Heyetê pirsgirêkên girtiyan bi rayedarên girtîgehê re parve kirin. Parlamentera HDP'ê Tulay Hatimogullari anî ziman ku li girtîgehê dezenfektan biçûk bi 23 TL difiroşin girtiyan.    Heyeta ku di navde Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Tulay Hatimogullari, Berdevkê Komîsyona Navendî ya Girtîgehan a Komeleya Mafên  Mirovan (ÎHD) Prz. Îlhan Ongor û Endame Komîsyona Hiquqê ya HDP'ê Prz. Yakup Ataş hebûn, bi rayedarên Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 2 a Osmaniyeyê re hevdîtin kirin. Heyetê pirsgirêkên girtiyan bi rayedarên girtîgehê re parve kirin. Heyetê piştî ziyaretê li pêş girtîgehê daxuyanî dan. Li ser navê heyetê Parlamentera HDP'ê Tulay Hatimogullari daxuyanî da û got: "Ez tevê tev li hevdîtina bi rayedarên girtîgehê bûm. Ji me re gotin li girtîgehê bûyerên vîrûsa corona  nehatine dîtin. Zagona înfazê bi hinceta vîrûsa corona bi lez di meclîsê re derbas kirin. Lê ev zagon nebûye bersîv. Ev zagon li dijî pîvan û rêgeza wekheviyê ye.    DEZENFEKTAN BI 23 TL YE    Hatimogullari, anî ziman ku wan rexneyên girtiyan li rayedarên girtîgehê kirine û wiha got: "Li girtîgehê dezenfektan biçûk bi 23 TL difiroşin. Girtî bi tu awayî nikarin vê yekê bistînin. Divê bi şiklekî dezenfektanê bidin girtiyan û pêdiviyên wan pêşwazî bikin. Ji bo daxwazên girtiyan me bi rayedaran re hevdîtin kir. Dîsa  rewşa Sabri Kaya giran e. Nexweşê giran e. Ji bo girtiyên nexweş em bang dikin ku gavên şênber bavêjin. Di vê pêvajoya şewba vîrûsê de divê tu girtiyên nexweş girtî nemînin." Heyetê piştre malbata Sabri Kaya a li Ceyhanê ziyaret kir.