Odeya Bijîşkan a Stenbolê hişyarî da: Biryara xelet dê encamên giran bîne 2020-05-04 13:44:59   STENBOL – Odeya Bijîşkan a Stenbolê têkildarî sistkirina tevdîrên li dijî koronayê ku tê gotin dê bên kirin hişyarî da û got heke biryarek wiha şaş were girtin dê bedela wê giran be.   Odeya Bijîşkan a Stenbolê têkildarî vîrûsa koronayê rapora 7’emîn bi raya giştî re parve kir. Rapor ji 27’ê nîsanê heta 3’ê gulanê ye. Di raporê de sersaxî ji Prof. Dr. Murat Dîlmenler ê ji ber koronayê jiyana xwe ji dest da hat xwestin. Di raporê de hat gotin her çiqas li nexweşxaneyan hejmara nexweşan kêm bûbe jî lê li Stenbolê xetere hêj cidî ye û divê sistkirina tevdîrina di çarçoveya vê rastiyê de were kirin. Di raporê de hat diyarkirin ku nîqaşa sistkirina tevdîrên li dijî koronayê di rojevê de ye û vê hişyariyê kir: “Heke di demek wiha zû de biryarek xelet were girtin dê bedela wê giran bibe.”