Birûskê şivan û 150 bizin kuşt 2020-05-04 14:31:54 MÊRDÎN - Li Gundê Hecîya yê Navçeya Mahserê ya Mêrdîne birûskê li şivan û keriyê bizinê wî xist. Di lêdana birûskê de şivan jiyana xwe ji dest da û 150 bizin jî mirar bûn.    Şevê din li Gundê Heciya yê Navçeya Mahsertê ya Mêrdînê dema dema Ramazan Yilmaz û birayê xwe Azat Yilmaz bizin derxistibûn çêrê birûskê li wan da. Dema 2 birayan keriyê bizinên xwe derxistin çêrê birûskê li keriyê bizinan xist. Di lêdana birûskê de ji birayan şivan Ramazan Yilmaz ê 21 salî jiyana xwe ji dest da û 150 bizin jî mirar bûn. Birayê din Azad Yilmaz ê 19 salî jî bi giranî birîndar bû. Şevê din dema dema Ramazan Yilmaz û birayê xwe Azat Yilmaz bizin derxistibûn çêrê birûskê li wan da.