Bultena Kovîd-19 a Şopandina Girtîgehan: Paşîva bê nan 2020-05-04 14:54:56   ENQERE – Di Bultena Kovîd-19 a Şopandina Girtîgehan de hat diyarkirin ku girtî xwe nagihînin amûrên paqijiyê û ji ber ku di paşîvê de nan û xwarinê nadin wan paşîva xwe bê nan dikin.     Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Federasyona Komeleyên Piştevanî û Hîqûqî ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Medê (MED TUHAD-FED) û Komeleya Hîqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) ku Bultena Kovîd-19 a Şopandina Girtîgehan amade dikin, hejmara 3’emîn a bultenê weşandin. Hat diyarkirin ku bulten, bi ziyaretên girtîgehan, faqs û nameyên ku ji aliyê girtiyan ve tên şandin û ragihandinên malbatan tê amadekirin. Di bültene de her wiha hat diyarkirin ku li girtîgehan bi awayekî têrker bergirî nayên girtin û hişyariyên rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî yên ji bo bergiriyan jî hatin bibîrxistin.   AMÛRÊN PAQIJIYÊ   Di bin navê sernavê “Şertên bigehîn û sererastkirinên têkildarî mafê xwe gihandina tenduristiyê” de bi hurgilî têkildarî girtîgehan agahî hatine parvekirin. Ev agahî bi kurtasî wihane; “* Li hin girtîgehan girtî xwe nagihînin amûrên paqijiyê. * Li hin girtîgehan jî girtî bi rêya qantînê xwe digihînin amûrên paqijiyê. * Li hin girtîgehan aktîvîgeyên mîna werzîş û mijûlayî bi hinceta vîrûsê hatine sînordarkirin. * Tenê li hin girîgehan berdevk, dezenfekte û lepik tên dayîn. * Şertên kogûşan ne bi tendurist in.”   BINPÊKIRIN   Di bultene de binpêkirinên li girtîgehan jî hatine rêzkirin. Bi kurtasî binpêkirinên li girtîgehan wiha ne: “* Li Girtîgeha Hejmara 1 a Tîpa T a Afyonê li kogûşeke 6 kesî 10 kes û li kogûşeke 6 kesî jî 15 kes dimînin. Li gel ku gelek caran daxwazname hatiye dayîn jî girtî li kogûşên vala nehatine bicihkirin. * Li Girtîgeha Tîpa T a Aksarayê; ji ber ku nan û xwarinê nedane, girtiyan bê nan paşîv xwarine û xwarina êvarê jî nîvrojê li kogûşan hatiye belavkirin. Navê 2-3 rojan dane girtiyan û danûstandina zêrzewatan hatiye sekinandin. * Li Girtîgeha Tîpa E ya Amasyayê; li kogûşa 10 kesî 20 girtî dimînin û rojê tenê 15 deqe ava germ didin.”   DAXWAZÊN ROJIYA MIRINÊ   Di bultenê de qala çalakiya rojiya mirina ya girtiyên siyasî jî hat kirin û ev bang ji bo wan hat kirin: “Divê demildest girtiyên di rojiya mirinê de bên berdan û daxwazên wan bi cih bên.”   PÊŞNIYAR   Di bultenê de ji bo girtiyan ev pêşniyar hatin kirin: “* Divê girtiyên nexweş, jinên bi zarok û dûcanî, girtiyên zarok bên berdan. * Divê girtiyên di rojiya mirinê DE Parêzer Ebrû Tîmtîk û Parêzer Aytaç Unsal şertên wan ên tenduristiyê li ber çavan bê girtin û bi qebûlkirina daxwazên wan bên berdan. * Heta ku bên berdan mafê wan ê parastinê li ber çav bê girtin û mafê axaftina bi telefonê ya bi parêzerên xwe re ji bo pêvajoya vîrûsê ji girtiyan re bê nasîn. * Qadên hevpar ên mîna serşok û tuwaletên li girtîgehan bên dezenfektekirin.   DIVÊ PARÊZER BIÇIN ÎMRALIYÊ   * Divê heyeteke ku ji rêxistinên mafên mirovan, hiqûqnasan û nûnerên hikûmetê bê avakirin û Girtîgeha Îmraliyê jî di nav de ji bo lêkolînkirin û kontrolkirina bergiriyên vîrûsa koronayê biçe girtîgehan. * Divê mafê axaftina bi telefonê ya ku ji ber vîrûsa koronayê derketiye 20 deqeyan ku hemû girtî ji sûd werdigrin, ji bo girtiyên li Girtîgeha Îmraliyê jî bê nasîn. * Ji ber ku derbarê rewşa tenduristiya girtiyên li Girtîgeha Îmraliyê guman hene, divê bi awayekî lezgînî li Girtîgeha Îmraliyê hevdîtina bi parêzeran re pêk bê.