Dadgehê ji bo 6 rojnamegerên girtî biryara skandal da 2020-05-04 17:52:30   STENBOL - Dadgehê der barê 6 rojnaemgerên ji doza eskerê li Lîbya jiyana xwe ji dest dan kirin nûçe û hatin girtin, bêyî parêzerên wan tev li lêkolîna dosyayê ya navberê bibin, biryara berdewama girtinê da.      Dadgehê der barê 6 rojnamevanên ku ji ber nûçeyên der barê eskerên li Lîbyayê jiyana xwe ji dest dan amade kirin hatin girtin, biryarek skandal da. Gerînendeyê Weşana Giştî ya Rojnameya Yenî Yaşamê ferhat Çelîk, Midûrê Karên Nivîsan ê Yenî Yaşamê Aydin Keser, Midûrê Nûçeyan ê Odatv'yê Bariş Terkoglû, Gerînendeyê Weşana Giştî ya Odatv'yê Bariş Pehlîvanoglû, nûçegihana Odatv'yê Hulya Kilin û nivîskarê Rojnameya enîçagê Mûrat Agriel ji ber nuçeya eskerê li Libyayê jiyana xwe ji dest dabûn çêkiribûn hatibûn girtin û girtî tên darizandin. 2'emîn Dadgeha Cezayê Sulhê der barê rojnamegeran de biryarek skandal da. Dadgehê der barê 6 rojnaemgeran de bêyî parêzerên wan tev li lêkolîna dosyayê ya navberê bibin, biryara berdewama girtinê da.    Dadgeh li şûna bang li parêzerên rojnamegeran bike, ji baroyê parêzer xwest û dosya lêkolîn kir. Piştî dosya lêkolîn kir biryara berdewama rojnamegeran da.