Xwe bi tenûrê ji temasê rizgar dikin 2020-05-05 09:00:37 AMED – Sadiye Dûrman bal kişand ser bergiriyên li dijî vîrûsa koronayê û diyar kir ku pewîstiya xwe ya nan ji tendûrê dibersivînin û xwe ji temasê rizgar dikin. Ji aliyê pisporan ve tê pêşniyarkirin ku rêya belavnebûna vîrûsa koronayê ya herî bi bandor pêkanîna qarantînayê, ji ber debarê hem jî ji ber pêwistiyan tam pêk nayê. Dema qedexeya derketina derve, pêwistiya herî girîng nan e û ji bo derbaskirina vê pêwistiyê mirov li ber derê firanan li pey hev rêz dibin. Ji ber ku temasa bi derve re zêde dike, xetereya belavbûna vîrûsê zêdedetir dike. Lê li bajarên kurdan lêxistina nane tendûrê berdewam dike. Bismiliyên ku lêxistina nanê tendûrê didomînin, temasa xwe ya bi derve re jî kêm dikin û dadixînin asta herî jêr.   ‘JI BER KU ME TEMASÊ BIRIYÊ TÊN PARASTIN’   Ev kevneşopiya lêxistina nane tendurê li navçeya Bismilê ya Amedê tê berdewamkirin û ji bo malbatên girseyî weke rêbazeke kêmkirina lêçûna nan jî serî lê tê dayîn. Nişteciha navçeyê Sadiye Dûrman, diyar kir ku ji ber vîrûsa koronayê bi malên xwe bi sînor mane û ji ber vê sedemê lêçûnên wan zêde bûne û wiha got: “Em 10 kes in. 4 kesên ku debara malê dikin, ji ber vîrûsê bê kar mane. Girîngiya nanê tendûrê bi pêvajoya vîrûsê careke din derket holê. Em bi saya nane tendûrê bi mirovan re zêde têkilî danaynin. Heke ne nanê tendûrê bûna em ê ji bo nan çûna firinê. Lê ji ber nanê tendûrê pêwistî bi vê çûnê tuneye. Bi vê re em ji siwarbûna dormîş, çûna marketê xelas bûne û ji vîrûsê tên parastin.”   HETA 3 HEFTEYAN JÎ TAZE DIMÎNE   Dûrman, destnîşan kir ku çêkirina nanê tendûrê zor e û wiha qala pêvajoya çêkirina nanê tendûrê kir: “Em hevîrtirş, xwê û ervan bi ava şîregermî re li hev dixin. Li gorî mîqtarê heta saetekî jî lihevxistina hevîr didome. Piştî vê yekê em hevîr li benda tirşbûnê dihêlin. Dema hevîr tirş dibe, em dikin girêk û dibin cem tendûrê. Em girêkan vedikin û ji bo pêjandinê hêk û rûnê li rûyê wî hevîr didin û li tendûrê dixin. Em nanê ku dipêje dikin sarincê. Beriya xwarinê li gorî pêwîstiyên xwe em derdixin.”   DOSTÊ ROJÊN GIRAN E   Di berdewama axaftina xwe de Dûrman bal kişand ser zemên ku hatine ser hevîrtirş, ervan, rûn û xwê û got ku li gel zeman jî li ser piyan e û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Nanê tendûrê, dostê rojên giran ên kurdan e. Bi sed salan e nanê tendûrê tê çêkirin. Li bajarên mîna Colemêrg, Wan, Şirnex û Agiriyê tendûr di bin erdê de ne. Lê li cem me li ser rûyê erdê ne. Çêkirina tendûran cuda ye li tev jî weke hev in. Taybetmendiya têrker a nanê tendûrê heye. Tehma wî jî gelek xweş e.”