‘Xebata ku ji bo çawişê pispor hatî kirin bila ji bo Gulistanê jî were kirin’ 2020-05-05 09:08:40 DERSÎM – Gulistan Dokû ya ku li Dersîmê xwendekara Zanîngehê bû 123 roja agahî jê nayên girtin. Xwîşka wê Aygul Dokû diyar kir ku xebata lêgerînê ya bi pergal ku ji bo çawişê pispor Yilmaz Guneş hatî kirin bila ji bo Gulistanê jî were kirin.   Ji Gulistan Dokû ya 21 salî ya xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê ya Dersîmê ji 5’ê Çileyê were agahî jê nayê girtin. Ji bo ku Dokû were dîtin tu encam ji xebatên lêgerînê derneketin. Lêpirsîna ku derbarê buyerê tê sepandin tu geşedan peyde nekirin. Han hînbûn ku derbarê hevalê Dokûyê Zaynal Abarakov lêpirsîneke bi bandor nehatiye kirin. Saziyên sivîl yên civakî îşaretî “cînayetê” dikin lê rayedarên dewletê “întîxarê” tînin ziman. Bi van geşedanan ve bajêrê ku her kolan û cadeyên wê qemereyên mobeseyê heyî 4 mehe Gulistan Dokû nayê dîtîn. Ser windabûna Dokûyê re 123 roj derbasbûn û ji ber şewba vîrusa coronayê xebatên lêgerînê hêdî diçin. Di destê malbata Dokûyê de dîmenên ku ji qemereyên zanîngehê di saet 12.00-14.00’an de hatî kişandin hene. Ew dîmen temamê pirê piştê ve nîşan dide lê ji ber ku dîmen dûr nîşandidin malbat dixwaze dahurandina wan were çêkirin.   ÇAWIŞÊ PISPOR PIŞTÎ 44 ROJAN HATIBÛ DÎTÎN   Di dema lêgerînên çawişê pispor de cenazeyê Esma Kılıçarslan a ku ji 11’ê Adarê ve agahî jê nedihat girtin di Bendava Ûzûnçayirê de hatibû dîtin. Cenazeyê Çawişê pispor Yilmaz Guneş jî piştî 44 rojan di gola bendavê de hat dîtin. Bi rojane jin di twîterê de ji bo ku çi li Dokûyê hat were zanîn dixwazin ku ava bendavê daxînin asta herî jêr û ji bo ku îdîayên întîxarê ji holê rabin xebat ji derveyî avê werin kirin. Xwîşka Gulistan Dokûyê Aygul Dokûyê diyar kir ku êdî xebateke bi bandor divê were meşandin.   ‘VÎDEO BILA WERE DAHURANDIN’    Dokû, da zanîn  ku dîmeneke ji dema xwîşka wê windabûyî di destê wan de heye û wiha got: “Xwişka min saet di 11.29’an de li otobûsê siwar dibe. Dîmenekî ku aîdî saetên navbera 12.00 û 14.00 dan di destê me de heye. Dîmena ku du saetin me ji kû derê re şandibe jî kesê nikarî dahurandina wê çêbike. Heta me got li ser pirê kes heye? Cismek heye? Kesê ku ketî avê heye? Gotin na, em nizanin, tiştekî wisa dernakeve.”   ‘BENDAV BILA WERE VALA KIRIN’   Doku, bibîrxist ku cenazeyê çawişê pispor Yilmaz Guneş noqaran piştî 44 rojan ji Bendava Golê ya Ûzûnçayirê derxist û wiha axivî: “Bi xebateke bi pergal Guneş hat dîtin. Aveke ewqas zor de Guneş hatibe dîtin dikarin Gulistanê jî bibînin. Divê xebatên lêgerînê bi tenê rexên pirê re sînordar nebin. Heke tîmên dozgeriyê û Suleyman Soylû bendavê nîşan bidin, di encama van gotinan de heke Gulistan li wir be ji bo ku em bizanin divê bendav were vala kirin. Ji lingên pirê heta qepaxên bendavê heman xebatan dixwazin ji bo Gulistanê jî werin kirin.   ‘ENGÎN YUCEL ÎFADEYÊN DEREW DAN’   Dokû, anî ziman ku zirbavê Zaynal Abakarov polîs e û wiha berdewam kir: “Peywîra polîsekê sûcdaran bigere û rastiya derxîne holê ye. Engîn Yucel behsa wê şeva ku Gulistan hatî derbkirin nake. Ta kû Gulistan ji mamosteyê xwe re gotiye wisa derketiye holê. Yucel ser vê yekê îfadeyên derew jî dide. Şev gazî polîsan dike û dibêje ji bo ku tekerên erebeyê ketine heriyê çûye. Ji bo wê neçûye ji bo ku nasname li ser wî kurî tune ye çûye. Yucel û malbata wî heke ji xwe bawerin ku bê sûc in bila bêjin ‘li vê rojê ez li vir bûm.’”   ‘DEMA GULISTAN WINDABÛYÎ ZAYNAL LI KÛ BÛ’   Dokû, herî dawî got ku dema roja ku Gulistan windabûyî tu dîmenên Zaynal Abarakov ên di navbera saetên 16.00-19.00’an de nînin û wiha lê zêde kir: “Zaynal Abarakov di navbera van saetan de li kû ye. Em dixwazin ev derkevin holê. Bila îspat bikin xwe jê xelas bikin. Tenê dîmenên ku carekê ketiye kolanê hene. Dîmenên Zaynal çima nedan çapemeniyê nizanim. Heke bawer bikin ku bê sûcin bila dîmenan bi çapemeniyê re parve bikin. Heta bila ne gel bila hevalên xwe û mirovên xwe îkna bikin ku mafdar in.”