Melet: Pêwîste hevdîtina li gel Ocalan berdewam bike 2020-05-05 09:10:09 WAN – Serokê Şaxa ÎHD’a Wanê Mûrat Melet diyar kir ku divê dewama hevdîtina telefonê ya li gel Ocalan dewam bike û pêkanîna hevdîtina li dozgeriyê jî wek “desteserkirina maf” nirxand.   Serokê Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Wanê Mûrat Melet ji ajansa me re axivî û bal kişand ser rewşa girtîgehan û şertên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan.   ‘NAVÊ VÊ GUHERTINÊ YASAYA ALATTÎN ÇAKICI YE’   Melet bal kişand ser di vê pêvajoya koronayê de sepanên li girtîgehan û got: “Li girîgehan adeta sepanên dij mirovane pêk tên. Rêveberiyên girtîgehan biryarên kêfî digirin û sepanan pêk tînin. Divê di vê pêvajoya girîng de heyetên serbixwe di serî de girtîgehên li Wanê û hemû girtîgehan hevdîtin û lêkolînan pêk bînin. Di van rojên koronayê de rewşa girtîgehan hêj bi xetere ye. Divê tevdîrên bêtir werin girtin û pêwîste girtîgeh demildest vala bibin. Girtiyên siyasî sûdê ji guhertina yasaya înfazê negirtin. Civak dizane ji bo vê guhertina yasayê çi bazarî hatine kirin. Navê vê guhertina înfazê, ‘yasaya Alattîn Çakici’ ye. Bi hezaran girtiyên siyasî terkî mirinê hatine kirin.”   ‘DESTESERKIRINA MAF E’   Melet bal kişand ser hevdîtina telefonê ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku piştî 21 salan cara yekem ji Girtîgeha Îmraliyê li malbata xwe geriya û li cem wan peywendî danî û wiha got: “Ez hevdîtina di çavdêriya dozgeriyê de pêk hat wek ‘desteserkirina maf’ dinirxînim. Helbet di pêvajoyek wiha de peywendî danîna li gel malbata xwe girîng e. Lê divê hevdîtin di bin kontrola hikumetê de pêk nehata. Ev binpêkirina maf e. Helbet ev hevdîtina bi telefonê geşedanek girîng e û em erênî dibînin lê bes têrê nake. Pêwîste berdewamiya hevdîtina telefonê were. Divê şandeyek serbixwe jî biçe Îmraliyê ziyaret bike. Berevajî vê yekê dê hin bêtir guman zêde bibin û bêtir binpêkirin û desteserkirina maf pêk were. Çawa ku her girtî xwedî her mafî ye, birêz Ocalan jî xwedî heman mafan e û divê ev maf neyên astengkirin. Berevajî vê yekê dê bêbaweriya di nava civakê de bêtir kûr bibe. Em di wê bawerî û fikrê de ne lazime ev hevdîtin dewam bikin.”