Li Mêrsînê piştevanî û alîkarî zêde dibe 2020-05-05 09:18:36 MÊRSÎN - Hevseroka HDP'a Mêrsînê Gulbahar Şofer, anî ziman ku li bajêr piştevaniya 200 malbatî kirine û got, her ku piştevanî mezin dibe pêdiviyên gelek malbatên din jî peyda dibin.  Hevseroka HDP'a Mêrsînê Gulbahar Şofer, anî ziman ku li bajêr di çaarçoveya Kampanyaya Xwişk û Bira ya partiya wan de ku li dijî vîrûsa coronayê (Covîd-19) hat destpêkirin heya niha li bajêr piştevaniya 200 malbatî kirine.    Şofer, diyar kir ku di mehekê de bi sedan malbat tespît kirine û heya iha piştevaniya 200 nalbatî kirine. Şofer, anî ziman ku li bajêr 600 malbat tespît kirine û bang li her kesî kir ku kampanyayê xurtir bikin. Şofer, destnîşan kir ku welatî baş nêzî kampanyayê dibin û got: "Wekî tê zanîn alîkariyên me alîkariya zexîreyî ye. Li gor pêdiviyên malbatan em qoliyên zexîreyan amade dikin."    Şofer, da zanîn ku li bajêr ji xeynî "Kampanyaya Xwişk û Bira" jî xebatên piştevaniyê dikin û got, vê yekê jî tevî rêveberiyên herêmî yên bajêr dikin. Şofer, diyar kir ku îqtidar naxwaze ji xeynî wê kes vî tiştî bike û got: "Lê piştî şewbê çi li ser medyaya civakiyî çi jî bi rêya çapemeniya herêmî ji bo em xebatên xwe yên  di vî warî d eberfireh bikin me bang kir. Eleqeyeke baş heye. Ji xwe li bajêr edeta alîkariyê pir zheye. Heta niha kes di vî warî de fitêrn xwe jî didin. Her ku em piştevaniya hev bikin em ê xw ebigihînin gelek kesan."