Tîmtîk a di rojiya mirinê de ye 25 kîlo zeîf bû 2020-05-05 13:35:06 ENQERE - Ji parêzerên ÇHD'ê ya di rojiya mirinê de ye Ebru Timtik, ji 75 kiloyan daket 50 kiloyan û 25 kîlo zeif bu. Êşa laşê wê zêde bûye.  Parêzera Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) Ayşegul Çağatay, bi Endama ÇHD'ê ya li Girtîgeha Sîlîvrî girtî tê darizandin Ebru Tîmtîk re hevrîtin kir. Çagatay, bal kişand ser tenduristiya muvekkîla xwe û wiha got: "Tîmtîk ji 75 kiloyan daketiye 50 kiloyan. Êşa laş û masûrkên wê dest pê kiriye. Tîmtîk û Hêlîn Bolek a piştî 288’an di rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest dan, di sala 2017'an de li Girtîgeha Kepsutê ya Balikesirê bi hevre girti man. Tîmtîk ji malbata Bolek re peyama 'Daxwazên Helîn ne bê xwedî ne. Em bi berxwedana xwe daxwazên wê berdewam dikin' da."  Çagatay, anî ziman ku li Girtîgeha Sîlîvrî di heman rojê de bi Serokê Giştîyê ÇHD'ê Selçuk Kozagaçli û Endamên ÇHD'ê Prz. Oya Aslan, Behiç Aşçi û Barkın Timtik re ji hevdîtin kirine. Parêzeran binpêkirina mafên li girtîgehê bi rêya Ayşegul Çagatay xwest bi ajansa me re parve bikin. Parêzeran wiha bal kişand ser binpêkirina mafan:    “* Daxwazên me yên rûpoş, lepik, dezenfektan û kolonya nayên pêşwazîkirin. Dema dixwazin ji derve bikirin jî destûr nadin wan.    * Karê dayîn û stendina ewraqan a navbera parêzer û muwekilan pir zor bûye. Piştî rojekê ewraqan didin rawestandin û şûnde didin wan.    * Alavû amûrên ku bi kargoyê ji wan re tên şandin parek wan dîsa paşve dişînin. Alavên hin girtiyan winda bûne. Demek dirêj e jinên girtî nikarin cilên xwe yên bi kargo ji wan re hatine şandin bigirin. Girtî ligel hewa germ bûye jî dîsa cilên zivistanê li xwe dikin.    * Nameyên tên şandin û nameyên ku ji wan re tên didin rawestandin. Gelek mafên wan ên din têne binpêkirin.    * Rojnameyan 24 saet şûnde didin wan.    * Yekîneya revîrê li gorî hewcedariyê karê xwe nake.    * Mafê hevdîtinê nehat telafîkirin. Tecrîda li ser girtiyan her ku diçe tê kurkirin.    * Li ser nirxandinên dosyaye beyî wan beşdarî tevlêbûna SEGBİS'ê bikin biryarê didin û berdewama girtina wan didin.