Kevirên dîrokî yên Sûrê didizin 2020-05-05 13:51:05 AMED – Li navçeya Sûrê ya Amedê warên dîrokî tên talankirin û wêrankirin. Derket holê ku li taxa Dabanoglu ya Sûrê di malek dîrokî ku xera bûbû de peykerê Şêr ê kevirê bazalt hat dizîn.    Navçeya Sûrê ya Amedê ku bi aliyê dîrokî û mîmariyê ji aliyê UNESCO ve hatiye tescîlkirin û divê bê parastin piştî qedexeya derketina kolanan gelek warên dîrokî bi tang û topan hatin rûxandin. Piştî qedexe bi dawî bûn jî qedexeya li ser 6 taxan hêj didome Navçeya ku dîroka wê heta Beriya Mîadê 7 hezar sal dirêj dibe, bi sedan avahiyen dîrokî û çandî bi kepçeyan hatin xerakirin û li şûna wan avahiyên beton tên avakirin. Talankirin û wêrankirina taxên li Sûrê berdeam dike. Niha jî diz diçin kevir û peykerên dîrokî yê Şêr, Qertelê duserî Xezal, Stêrk û gelek fîgurên din talan dikin û didizin.    Li navçeya Sûrê ku 151' avahiyên şop û fîgurên dirokî û çandî li ser hebûn bi giştî 592 avahî hatibûn tescilkirin. Di sala 2015'an de piştî qedexeyên kolanan warên dîrokî bi tang, top, kepçe û maşîneyên kar hatin rûxandin. Talankirin niha didome. Derket holê ku li taxa Dabanoglu ya Sûrê di malek dîrokî ku xera bûbû de peykerê Şêr ê kevirê bazalt hat dizîn. Li kolana Îbrahim Bey, li malek dîrokî ku niha xera bûye dîwarê mayî jî hatin xerakirin û kevirên dîrokî hatin dizîn. Nehat zanîn ku xanî aydî kê ye. Li vê malê peykerên şêr û gelek peykerên din hatin dizîn. Şêniyên taxê ji ber ku niha kevir ne li cihê xwe ne diyar dikin ku kevir hatine dizîn.    Kekesî ji amedê li ser hesabê xweyê twitterê wêneyekî ku di 15'ê Gulana 2018’an de kişandibû û piştde di Adarê de dîsa li heman cihî wêne kişanibû diyar kir ku Peykerê Şêrê Artuklu yê kevirê reş ne li cihê xwe ye. Berê jî kevirên dîrokî yên Amedê hatin dizîn.    Berê jî kevirên dîrokî yên ku ji 6 taxên hatin dorpêçkirin û qedexekirin de bi kamyonan li dervê bajar hatibûn komkirin û bi 7 hezar tl derxistibûn firotinê.    Kevirên reş û dîrokî yên bi kamyonan ji 6 taxên qedexe hatin derxistin, niha bi awayekî ji bo bazirganiyê difiroşin.    MA / Cahît Ozbek