‘Ji kerema xwe dengê min bibihîzin’ 2020-05-05 14:20:24 ÎZMÎR – Girtiyê nexweşîna penceşêrê û jana zirav Mehmet Salîh Fîlîz diyar kir ku rewşa wî xerab bûye û vê bangê kir: “Ji kerema xwe dengê min bibîhîzin.” Mehmet Salîh Fîlîz ê temenê wî 23 salî ye niha li Girtîgeha Tîpa T a Odemîşa Îzmîrê tê ragirtin. Demek dirêje nexweşînên penceşêr û jana zirav (werem) lê geriyaye û ji ber van nexweşînan rewşa tenduristiya wî her ku diçe ber bi xetereyê ve diçe. Salîh Fîlîz di hevdîtina heftane ya bi rêya telefonê bi keke xwe Şêxmûs Fîlîz re axivî û ragihandiye ku rewşa wî xerab bûye.   Fîlîz daye zanîn ku rewşa tenduristiya wî qet nebaşe û wiha gotiye: “Ji 1’ê Gulanê ve pir emel dibim û xwîna zêde vedireşim. Hevalê min ji ber rewşa min gelek hewldanan dikin. Lê girtîgeh bi awayek xemsar nêzî min dibe û mudaxeleyî nexweşînên min nake. Gardiyn dibêjin ‘ha ji we re viya û cihê xwîn dibe panûman bikin, îdar bikin.’ Gardiyan her tim helwesta wan xerab e û henekên xwe bi min dikin. Ji bo min bibin nexweşxaneyê ez ê di 14 rojan di hucreyekê de di karantînayê de bimînim. Ji ber rewşa tenduristiya xwe nikarim di karantînayê de bimînim. Çimkî carna ji nişkeve xwîna min tê û ji ser hişê xwe dişim. Ji bo tedawiyê me daxwazname da rêveberiyê lê qebûl nekirin. Ji kerema xwe her kes bila dengê min bibihîze.”