Serdozgeriya Komarê ya Amedê piştî meheke îşkence red kir 2020-05-05 14:59:21   AMED – Serdozgeriya Komarê ya Amedê, piştî mehekê têkildarî girtiyên ku ji ber li Girtîgeha Êlihê serî hildabûn û sewqî girtîgeheke Amedê hatibûn kirin, daxuyanî da û angaştên îşkence red kir.   Di 4’ê nîsanê de li Girtîgeha Tipa M a Êlihê, li dijî sererastkirina înfazê girtiyan serî hildabû û agir berî kogûşên xwe dabûn. Piştî serhildanê 429 girtî sewqî Gîrtîgeha Tîpa T a Amedê hatibûn kirin. Wê demê hatibû angaştkirin ku dema sewqkirinê girtî hatine îşkencekirin. Piştî mehekê Serdozgeriya Komarê ya Amedê têkildarî mijarê daxuyaniyek da û bersiv da angaştên îşkenceyê. Serdozgeriyê, angaştên îşkenceyê weke niyeta xerab nirxand û red kir.