Oldaran bang li PDK'ê kirin: Hêzên xwe ji Zînî Wertê vekişinin 2020-05-05 15:26:53 NAVENDA NÛÇEYAN - Oldarên ji baweriyên cuda serdana Zînî Wertê kirin û bang li PDK’ê kirin ku hêzên xwe ji Zînî Wertê bikêşin û bibin Kerkûkê.     Niqaşên ku piştî PDK’ê hêzên xwe şand Zînî Wertê, derketî dewam dike. Her ku diçe nerazîbûnên hemberî aloziya Zînî Wertê zêde dibe. Şandeyek mela û bawermendên olên cûda yên Başûrê Kurdistanê serdana Zînî Wertê kirin. Şande ji aliyê kesayet û xelkê herêmê ve hatin pêşwazî kirin. Şandeyê bang li PDK’ê kir, daku hêzên xwe ji herêmê vekişin û rewş aram bibe.  Li ser navê şandeyê Mela Nadir daxuyanî da çapemeniyê û got; “Herêma Zînî Wertê herêmêk arame û pêwîstiya xwe bi ti hêzekê nîne. Pêwîste hêza ku ji bo Zînî Wertê hatî şandin, bişînin Kerkûk, Celewla û Xaneqîn. Divê bişînin cihên ku metirsiya çeteyên DAIŞ’ê heyî. Em bang dikin ku ti hêzek nebe israra dagirkeriyê. Bila Zînî Wertê ji bo dewleta Tirk nebe navenda sîxûriyê.”