Êrîşa li dijî goristanan hat şermezarkirin: Destê xwe vekişînin! 2020-05-05 16:45:30 STENBOL – Rêxistinên sivîl û partiyên siyasî bertek nîşanî xerakirina goristanan da û destnîşan kirin k udi tu bawerî û hiqûqê cihê xerakirina goran tuneye û daxwaz kirin ku êrîşên li dijî goran rawestin.   Rêxistinên sivîl û partiyên siyasî, li Stenbolê bi daxuyaniyeke hevpar berek nîşanî xerakirina gorên PKK’iyên ku demên cuda di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane, dan. Daxuyanî, ji aliyê Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Malbatên Anatoliyayê Xizmên Xwe Winda Kirine (ANYAKAY-DER), Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Kongreya Îslama Demkratîk (KÎD) û Komeleya Alimên Olî (DÎAYDER) ve hat dayîn. Nûnerên partî û saziyan û parlamentera HDP’ê û Berdevka KÎD’ê Huda Kaya tevlî daxuyaniyê bûn.   ÊRÎŞ NE NÛ NE   Daxuyanî, li avahiya ANYAKAY-DER’’ê ya li Aksarayê hat dayîn. Li eywana ku daxuyaniyê lê hat dayîn, pankarta “Ji bo hemû zindîwaran mirin rastiyek e. Gor ji bo her mirovê mirî heq û pîroz e. Dest nede gora min” Hat daleqandin. Hevserokê Şehmûs Işik, daxuyaniya hevpar xwend. Işik, bal kişand ser serhildanên kurdan û bi bîr xist ku dewletê cenazeyên pêşengên serhildanên kurdan nedaye malbatên wan û cihê gorên wan aşkera nekiriye.   BANGA LI HIKUMETÊ   Işik, da zanîn ku êrîşên li dijî gorên kurdan ji berê ve berdewam dike û wiha got: “Cezayê Agît Îpek, piştî 3 salan bi kargoyê ji malbata wî re şandin. Ev konsepteke nû ye û li ser navê kurd û kürdiye çi hebe ehedefa vê konseptê ye. Di nav mehekê li Wan, Mûş, Farqîn û Colemêrgê li dijî gorên PKK’iyên ku demên cuda di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane êrîş pêk hatin. Hikûmet kurdiya li ser kêlêkên goran dike hincet û êrîşî goran dike. Di meha Remezanê de ev êrîş bi watedar in. Em bang li hikûmetê dikin ku qanûnan li gorî nirxên gerdûnî ji bo hemû welatiya wekhev pêk bîne.”   DESTÊ XWE JI XERAKIRINA GORAN VEKIŞÎNIN   Piştî daxuyaniya hevpar Serokê DÎAYDER’ê Ekrem Baran û Parlamentera HDP’ê Huda Kaya jî axaftin kirin û bertek nîşanî xerakirina goran dan. Ekrem Baran, di axaftina xwe de destnîşan kir ku ne di îslamê de ne jî di baweriyên din cihê xerakirina goran tuneye û got ku xerakirina goran heram e. Huda Kaya jî da zanîn ku xerakirina kêlêkên goran û gefxwarinên li malbatan li mirovahî û baweriyê nayên û ji hikumetê xwest ku destê xwe ji xerakirina goran vekişîne.