13 baroyan bang li Dadgeha Destûra Bingehîn kir: qanûna betal bikin 2020-05-05 21:13:49 AMED - 13 baroyên herêmê bang li Dargeha Destûra Bingehîn kirin û xwestin Qanûna Înfazê ya Ceza li dijî rêgeza wekheviyê ya Destûra Bingehîn e, belat bikin.      13 baroyên li Kurdistanê bang li Dadgeha Desûra Bingehîn (AYM) kirin û xwestin Qanûna Înfazê ya Ceza li dijî rêgeza wekheviyê ya Destûra Bingehîn e, betal bikin. Baroyên Semsûr, Agirî Êlih, Çewlik, Dersim, Amed, Colemêrg, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Şirnex, Riha û Wanê îmze avetin bin daxuyaniyê û xwestin zagonê betal bikin. Banga baroyan wiha ye: “Di demekê de ku Tirkiye jî di nav de hemû dinê bala xwe dane ser têkoşîna bi pandemiyê re, di demeke nêzîk de pêşnûme qanûna ku qanûna înfazê jî li xwe digire û di gelek qanûna de guhertin pêk bê, li Meclîsê hate nîqaşkirin û tevî hemû nerazîbûnan hate qebûlkirin. Bê ku raya giştî bê agahdarkirin ji 300 hezar girtiyên li girtîgehan ji siyan yekê wê bi vê qanûnê hatin berdan.   Di belavokê de hate bibîrxistin kuy hê qanûn di pêvajoya nîqaşê de di serî de baaro, rêxistinên hiqûqî, akademîsyen, rêxistinên mafê mirovan û gelek aliyan nerazîbûnên xwe nîşan da û ev hate gotin: “Li gorî vê kesên di mijara Qanûna Têkoşîna bi Terorê re bê ku çalakiyeke ya şidetê bikin û di bin sêwana pênaseya terorê de û li gel vê rojnamevan, siyasetmedar, akademîsyen, xwendekar, nûnerên TSK, parêzer û gelek beşên din ên civakê yên bûne qûrbanê pêkanînên xirab ên dadgehê, ji derveyî vê qanûnê hatine hiştin.   Ev qanûna ku weke parçeyek yê têkoşîna bi pandemiyê re hate derxistin, cihêkar û ne wekhevî ye. Dema ku mirov li şêweyê qanûnê dinêre û kesên li ber qanûnê ketî dixuyê ku ev qanûn di wateya efûyekê de ye. Desthilata ku li Meclîsê xwedî piraniya dengan e, li gel hevkarên xwe pişta xwe dan rexen û nerazîbûnan, bi israr ev qanûna cihkar a parçekirinê kûr dike erê kir û kir qanûnî.   Ev qanûn, navbera di navbera me û dewleta hiqûqê de mezintir kir, bi vê qanûna cihêkar re nuqteya dawî jî qût bû. Em baroyên ku îmzeya me li jêr vê belavokê heye daxwaz ji Dadehga Destûra Bingehîn dikin ku li gorî madeya 10 a rêgeza wekhev, dîsa li gorî madeya 2 a rêgezên dewleta hiqûqê, madeya 14 a DMME’yê krîterên qanûna cihêkariyê li ber çavan bigire, vê qanûnê betal bikin.”