Li Girtîgeha Rihayê ne tevdîr ne jî muxatab hene 2020-05-06 09:08:01 RIHA - Parlementera HDP'ê Ayşe Surucu, anî ziman ku li Girtîgeha Tîpa T a Rihayê amûrên paqijiyê nadin girtiyan û got, ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê jî li holê muxatab tuneye.  Girtiyên di Girtîgeha Tîpa T a Rihayê de telefonî malbatên xwe kirine û gotine, li dijî şewba vîrûsa coronayê (Covîd-19) ne tevdîr tên girtin ne jî amûrên paqijiyê didin wan. Li ser vê Parlementera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu jî pêwendî bi hin malbatan re daniye.   Parlementer Surucu, diyar kir ku girtiyan ji malbatê xwe re gotiye maske û dezenfektanê nadin wan û heftê du caran gardiyan bi awayekî komî diçin qawîşan lêgerînê dikin.    MESAFEYA FIZÎKÎ ESAS NAYÊ GIRTIN    Parlementera HDP'î, diyar kir ku hem fikarên wan çêbûne hem jî yên malbatan û xwest rojek berî rojekê girtî bên berdan. Surucu, destnîşan kir ku di pêvajoyê de deverên herî xetere girtîgeh in, lê belê pirsgirêk nayê helkirin.   Surucu, bal kişand ser şert û mercên paqijiyê yên li girtîgehan jî û got, gardiyan bi awayekî komî diçin qawîşan lêgerînê dikin, lê belê gava diçin jî pîvana mesafeya fizîkî esas nagirin.    VEDIŞÊRIN   Surucu, bilêv kir ku wan ev mijar xistiye rojeva Meclîsê jî lê belê jî bersiva wan nehatiye dayîn û bal kişand ser daxuyaniya Wezîrê Dadê Abdûlhamît Gul ku gotibû li girtîgehan 120 ks bi şewbê ketine. Surucu, destnîşan kir ku naxwazin ji girtîgehan darbest derkevin û got, çend roj berê xwestine hevdîtinê bi rayedarên girtîgehê re çêbikin lê belê daxwaza wan hatiye redkirin. Surucu, anî ziman ku li holê muxatabek tuneye û got, saziyên eleqedar jî li gor kêfa xwe tev digerin. Surucu, anî ziman ku rêveberiya girtîgehê rewşa li girtîgehê vedişêre û got, loma her diçe fikarên wan zêde dibin.    780 ZAROK DI GIRTÎGEHÊ DE NE    Surucu, destnîşan kir ku bi qanûna înfazê ya nû re bi hezaran rojnamevan, siyasetmedar û parêzer derî qanûnê hatine hiştin û ya hatiye kirin cihêkarî ye. Surucu, got: "Çawa bi vê qanûnê cihêkarî kirin, niha ji bo zarokan jî cihêkariyê dikin. Bi vê qanûnê re 780 zarok tevî dayikên xwe di girtîgehan d eman. Ev asta bêedaletiyê nîşan dide. Loma demildest pêşî divê girtîgeh bên valakirin."