Dadgeha Bilind cezayê li Selma Irmakê hatibû birîn pesend kir 2020-05-06 09:08:22 AMED - Dadgeha Bilind, parast ku KCD û KCK heman tişt in û 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê yê li Hevseroka KCD'ê ya berê Selma Irmakê hatibû birîn pesend kir.  Dadgeha Bilind, der barê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ku xwedî statuyeke qanûnî ye, piştî biryara der barê Aysel Tûglûkê vê carê careke din biryarek girt. Daîreya 16'an a Dadgeha Bilind 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê yê ku bi sûcdariya "endamtiya rêxistinê" li Hevseroka KCD'ê ya berê Selma Irmakê hatibû birîn, pesend kir.    Her wiha Dadgeha Bilind di çarçoveya heman dosyeyê de bi sûcdariya "propagandaya rêxistinê" sal û 8 meh cezayê girtîgehê yê ku li Irmakê hatibû birîn jî pesend kir.    Piştî Dadgeha Cezayê Giran a 5'an a Amedê bi tawanbariya "endamtiya rêxistinê" 7 sal û 6 meh û bi tawanbariya "propgandaya rêxistinê" 18 meh ceza li Irmakê birîbû û piştî Dadgeha Îstinafê cezayê hatibû birîn pesend kiribû dosye ji Dadgeha Bilind re hatibû şandin. Dadgeha Bilind piştî îtiraza parêzerên Irmakê Reyhan Yalçindag û Erhan Urkut nirxand, biryara dadgeha herêmî biryareke hiqûqî hesiband û cezayê hatibû birîn pesend kir.    Dadgehê di biryara xwe de parast ku Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Melîsa/Parlementoya Kurdistana Bakur e û pêk hateyeke KCK'ê ye û ew KCK'ê heman tiş in.    Piştî vê biryarê wê parêzer serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn bidin û îtiraz bikin.    Dadgeha Bilind cara ewil der barê KCD'ê de ji bo Hevseroka KCD'ê ya berê Aysel Tûglûkê biryar girtibû û di 2'yê Kanûna 2019'an de ji ber fealiyetên KCD'ê 10 sal cezayê girtîgehê yê  li Tûglûkê hatibû birîn pesend kiribû.