Qeyûman tenê ji bo kolanekê bi milyonan pere xerc kirine 2020-05-06 09:09:50 AMED - Qeyûmê berê yê Şaredariya Bajêr a Mezin a Amedê û Wezareta Hawirdor û Bajarsaziyê bi 57 milyon TL'yî Kolana Melîk AHmetê çêkiribûn, lê belê bêyî ku karê hatiye kirin bê teslîmkirin niha jî qeyûmê nû ji bo ji nû ve çêbike cardin kolan xera kiriye.  Di çarçoveya Projeya Sûrê de qeyûmê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin û Wezareta Hawirdor û Bajarsaziyê Kolana Melîk Ahmetê çêkribûn. Piştî qeyûm rêveberiya nû ya şaredariyê jî ji ber ku kolan kêm hatiye çêkirin û ne têkûz e xebata wê dewr negirtibû. Niha jî qeyûmê nû Waliyê Amedê Hasan Basrî Guzeloglû ku tayinî şûna Hevşaredar Selçûk Mizrakli hatiye kirin, ji nû ve dest bi çêkirina rêyê çêkiriye.    Kolana Gazî û Kolana Melîk Ahmetê yên Sûrê di dema qeyûm de bi "Projeya Başkirina Sûrê" hatibûn nûkirin. Îhale ji hêla Wezareta Hawirdor û Bajarsaziyê ve hatibû kirin û Şîrketa Anonîm ÎSTON ya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê îhale girtibû. Şîrketê jî kar bi fîrmayeke taşeronî ya li herêmê da çêkirin. Serokwezîrê wê demê Bînalî Yildirim û Wezîrê Hawirdor û Bajarsaziyê Mehmet Ozhasekî di Çileya 2017'an de hatibûn Amedê û tev li merasîma Projeya Başkirina Sûrê bûbûn û proje dabûn destpêkirin.    6 MEH DI SER RE DERBAS NEBÛ HILWEŞIYA    Merasîma vekirina projeyê piştî 15 mehan hatibû kirin. Di 17'ê Adara 2018'an de Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyip Erdogan hatibû Amedê û bi tevlîbûna wî merasîm hatibû kirin. Erdogan, di merasîmê de şaredarîvaniya qeyûm û karên ku qeyûm dikin pesinandibû. Lê belê hê hê di ser projeya ku tê gotin bi 57 milyonî hatiye çêkirin 6 meh derbas nebûn proje hilweşiya.    JI NÛ VE TÊ ÇÊKIRIN    Kolana ku bi milyonan pere lê hat xerckirin û di dema baranê de dibe gola avê, ji ber ku kêm hatiye çêkirin û têkûz nehatiye çêkirin teslîm nehatiye girtin. Bêyî ku qeyûmê nû projeya hatî çêkirin teslîm bigire, niha ji bo ji nû ve çêbike dest bi xerakirina kolanê kiriye. Di Lê beAltyapısı yapıldığı belirtilmesine Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di 1'ê Gulanê de li Kolana Melîk Ahmetê dest bi karên çêkirina rê kir.