Dozger xwest cezayê muebetê li Alinak bê birîn 2020-05-06 09:10:24 QERS - Di îdianameya siyasetmedarê kurd Mahmût Alinak de, lihevkirina malbatan, daxwaznameya ku ji kurdî û tirkî xwedî heman statu bin ji NY'yê re hatiye şandin, çalakiyên li dijî betalî û bihabûnê hatine kirin sûc hatine hesibandin.  Siyasetmedarê kurd Mahmût Alinak di 17'ê Sibatê de li Qersê bi îdiaya "Yekparebûna dewletê xera dike, serbixwebûna dewletê qels dike" hatibû girtin. Dozgeriyê îdianameya der barê Alinak de amade ir û Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Qersê jî îdianame qebûl kir. Îdianame ji 300 rûpelî pêk tê. Piraniya îdianaeyê ji daxuyaniyên ku Alinak kirine, ji hevdîtinên wî yî bi rêya telefonê û pirtûkên wî pêk tê.    Alinak herî dawî pirtûka xwe ya ni navê "Mehmet Tûnç û Bêkes" çap kiribû û dahata ji pirtûkê hatibû dabû malbata Tûnç. Di îdianameyê de ev yek û daxwaznameya wî ya ku ji bo kurdî û tirkî xwedî heman statuyê bin berpêşî Neteweyên Yekbûyî (NY) kiribû wekî "sûceke giran" hatiye hesibandin. Ji xeynî vê di îdianameyê de peyvan "Kurdistan" û peyva "şehîd" ku Alinak ji bo endamên rêxistinê bilêv kiriye û bilêvkirina wî ya der barê xebatên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) de jî sûc hatine hesibandin û di hem HDK û hem jî Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) wekî saziyên îllegal hatine nîşandan.    Her wiha di îdianameyê de çalakiya Alinak a bi navê "Nobeta ji bo Jiyaneke Mirovane" ku li dijî xizanî û betaliê li dar xistibû jî sûc hatiye hesibandin.    Di îdianameyê de hatiye xwestin cezayê muebetê li Alinak bê birîn.    Wê danişîna ewil di 13'ê Gulanê de li Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Qersê bê lidarxistin.    MA / Adnan Bîlen