Dosya rojnamegeran di bin kulliyeya Serokomar de tê meşandin 2020-05-06 09:10:42 STENBOL - 2'emîn Dadgeha Cezayê Sûlhê li dijî usûlê dosya 6 rojnamegerên ku ji doza MÎT'ê tên darizandin lêklîn kir û biryara berdewama girtina rojnaemgearn da. Parêzerê rojnaemgeran Ozcan Kiliç, diyar kir ku rêbazek wisa di pêvajoya OHAL'ê de jî tune bû û ev dosya li Serokatiya MÎT'ê û Kuliyeya Serokomariyê ve tê meşandin.  2'emîn Dadgeha Cezayê Sûlhê ya Stenbolê di 3'ê Gulanê de der barê 6 rojnamevanên ku ji ber nûçeyên der barê eskerên li Lîbyayê jiyana xwe ji dest dan amade kirin hatin girtin, biryarek skandal da. Dadgehê bêyî parezerên dosyayê beşdar bike, dosya lekolîn kir û der barê Gerînendeyê Weşana Giştî ya Rojnameya Yenî Yaşamê ferhat Çelîk, Midûrê Karên Nivîsan ê Yenî Yaşamê Aydin Keser, Midûrê Nûçeyan ê Odatv'yê Bariş Terkoglû, Gerînendeyê Weşana Giştî ya Odatv'yê Bariş Pehlîvanoglû, nûçegihana Odatv'yê Hulya Kilin û nivîskarê Rojnameya enîçagê Mûrat Agriel de biryara berdewama girtinê da. Dadgehê der barê 6 rojnaemgeran de bêyî parêzerên wan tev li lêkolîna dosyayê ya navberê bibin, biryara berdewama girtinê da.    Dadgeh li şûna bang li parêzerên rojnamegeran bike, ji baroyê parêzer xwest û dosya lêkolîn kir. Piştî dosya lêkolîn kir biryara berdewama rojnamegeran da.    Parêzerê rojnamegeran Ozcan Kiliç, diyar kir ku îdîaname niha ji aliye 34'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ve tê lekolînkirin û wiha got: "Lê 2'emîn dadgeha Cezayên Sûlê dosya lêkolîn kir. Dîsa bêyî bang li parêzerên dosyayê bike biryara berdewama girtinê da. Ev yek li dijî usûle ye. Dadgeh diyar bûye. Pêvajoya darizandinê dest pê kiriye. Niha îdîaname tê nirxandin. Lê dadgehek din li dijî usûlê biryar dide. Ev li dijî usûlê û li diji aqilan e.    ERKA DADGEHÊ HAT XEZPKIRIN   Kiliç, anî ziman ku ev sepantin aşkere zagon û pîvanên darizandinê û dadgehê îhlal kiriye û wiha got: "Dadgeh li dijî usûlê li ser du parêzerên ku agahiya wan ji dosyayê tune bi şiklî dosyaye lêkolîn dikin û biryarê didin. Dadgehek erka dadgeha din xesp dike. Di hiqûqê de, di qaqûnê de û di destûra bingehîn de minakek wisa tune ye. Di hiqûqa OHAL'ê de jî tiştekî wisa tune ye. Du parêzerên ku ji baroyê hatin peyvirdarkirin agahiya wan ji naveroka dosyayê tune ye.    Rojnameya SABAH'ê jî rastiyan berovaji dike. Li şûna darazê medya îqtîdarê ciihê xwe digire. Dozger parêzeran û dadgehê li ber çavan nagire û tiştekî nahesibîne. Dema min nûçeya Sabahê pêşkêşî dadgehê kir û min daxwazname xwest, heyeta dadgehê got "Parêzer beg, hêj dosya ji mere nehatiye" Em dibînin ku dosya ji aliye hekîm u parêzeran ve nayê meşandin. Dosya li Enqereyê ji aliye Serokatiya MÎT'ê û Kuliyeya Serokomariyê ve tê meşandin. Em dê mafê xweyê zagonî heta dawî biparêzin û bikar bînin."    MA / Erdogan Alayumat