Serokê ATO’yê: Asayîbûna zû wê hejmara weqayan derxe milyonan 2020-05-06 10:39:50 ENQERE – Serokê Odeya Bijîjkan a Enqereyê Vedat Bûlût, diyar kir ku ew difikirin ku li Tirkiyeyê 500 hezar weqayên vîrûsê hene û ev hişyarî kir: “Heke polîtîkaya asayîbûnê zû bikeve meriyetê, dibe ku hejmara weqayan derkeve milyonan.” Serokkomarê AKP’î Recep Tayyîp Erdogan, beriya du rojan, piştî civîna lîjneya wezîran aşkera kiribû ku wê tevdîrên li dijî vîrûsa koronayê sist bikin û hin bernameyên asayîbûnê aşkera kiribû. Pispor û rêxistinên tenduristiyê, bertek nîşanî sitkirina tevdîrên li dijî vîrûsê didin û pêngavên hikûmetê yên têkildarî vê mijarê rast nabînin.   WÊ HEJMARA WEQAYAN BIGIHÎJE MILYONAN    Serokê Lîjneya Rêveberiya Odeya Bijîjkan a Enqereyê (ATO) Vedat Bûlût, destnîşan kir ku sistkirina bergiriyan wê hejmara weqayan zêde bike û pêşniyar kir ku di hefteya duyemîn a meha hezîranê de gavên asayîkirinê bên avêtin û wiha got: “Heke asayîbûn niha dest pê bike wê hejmara weqayan du qat zêdetir bibe. Ji xwe divê reqema fermî ya niha 3 qat bê hesabkirin. Li Tirkiyeyê hejmara weqayan nêzî 400-500 hezaran e. Ji ber ku derziya vîrûsê hê nehatiye dîtin heke asayîbûn dest pê bike wê hejmara weqayan derkeve milyonan. Wezareta tenduristiyê zelalbûna xwe winda kiriye û bi daneyên wê nayê bawerkirin.”   BIRYAR JI BO SERMIYAN IN   Bûlût, diyar kir ku biryara asayîbûnê li ser daxwaza sermiyan pêk hatiye dayîn û têkildarî mijarê ev tişt got: “Heke hûn karsazên turîzm, perwerde û tenduristiyê bikin wezîr, biryarên ku werin girtin jî wê ji bo rantê bin. Li Tirkiyeyê şebekeye rantê heye û ev şebeke pêşaniyên xwe yên siyasî dide pêşiya pêşaniyên tenduristî û civakê. Divê biryara asayîbûnê wiha bê xwendin. Biryarên hatine girtin ji bo sermiyan in. “   ŞEWBÊ JI BO BERJEWENDIYÊN XWE YÊN SIYASÎ BI KAR TÎNIN   Di berdewama axaftina xwe de Bûlût, bal kişand ser daxuyaniya Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan ên têkildarî guhertina rêbaza hilbijartinên rêxistinên pîşeyî û têkildarî mijarê ev tişt anî ziman: “Di pêvajoya vîrûsa koronayê de desthilata siyasî hewl dide ji xwe re berjewendiyên siyasî pêk bîne. Divê daxuyaniya têkildarî baro û odeyên bijîjkan wiha bê xwendin. Kesên ku vîrûsa koronayê ji xwe re kirine firsend û butçeyê paymal dikin, dîsa ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî hin gotinan bi pêş dixin.”   MA / Emrûllah Acar