Li Sûrê mafê mal û milk xesp kirin: Midûriyeta Derdorê ya Bajar peyman binpê kir 2020-05-06 10:49:55 AMED - Midûriyeta Derdor û Bajarvaniyê ya Amedê, peymana ku bi welatiyên li 6 taxên Sûrê yên hatin qedexekirin û xerakirin re ji bo mal û milkên wan îmze kiribûn bi yek alî xera kir û mafê mal û milkê welatiyan xezp kir. Piştî ku midûriyetê mafê welatiyan ên li malên xwe bimîne ji destê wan girt, welatiyan bertekên xwe anîn ziman.  Li Navçeya Sûrê ku wekî qada SÎT'ê hatiye îlankirin û di lîsteya Mîrateya Çanda Cihanê ya UNESCO de cih digire, di 2'ê Kanûna 2015'an ji aliyê Wezareta Karên Hundir û walîtiya Amedê ve qedexeya derketina kolanan hatibû îlankirin. Di serdema qedexeya 2'ê Kanûna 2015’an de det pê kir û heta 6 mehan qedexe û dorpêçê berdewam kir de, tax bi tang û topan hilweşandin û piştre bi kepçeyan tev xera kirin. Ji ber ku tax tev xera bû malbatan tevan koçî tax û navçeyên din ên Amedê kirin. Niha jî taxa ku kevir li ser kevir nemaye û sero bino bûye. Qedexeya derketina kolanan a 6 taxên Cevatpaşa, Fatihpaşa, Dabanoglu, Hasırli, Cemal Yılmaz û Savaş ku di 2'ê kanûna 2015'an de dest pêkiribû hêj didome. Welatiyên ku di qedexe û dorpêçê de neçar man ku mal û taxên xwe vala bikin hêj nikarin vegerin warê xwe. Li aliyekî xaniyê wan hatiye xerakirin û li aliyê din nikarin vegerin taxên xwe warên xwe ji nûve ava bikin. Di Adara 2016’an de bi Biryara Lijneya Wezîran 6 tax wekî qada bi rîsk îlan kir û 6 hezar û 300 parsel ji ji sedî 70'ê 6 taxên Sûrê ye xistin çarçoveya "Îstîmlakkirina bi lez (Malê cemaweriyê). Lijneya Wezîran taxên ku şer lê pêş neket jî xistin nava sînorê biryarê. Wê demê Wezareta Derdor û Bajarvaniyê di bin navê "Komisyona li hevhatinê" de dest bi kirîna mal û milkên welatiyan kir. Lê ji ber komîsyonê heqê erzan da mal û milkê welatiyan, Komîsyonê û welatiyan li hev nekir û peyman pêk nehat. Di vê pêvajoyê de li 6 taxên Sûrê ji sedî 72'ê taxan bi kepçeyan hatin rûxandin. Li şûna wan xaniyên beton ava kirin. Midûriyeta Derdor û Bajarvaniyê ya Amedê, peymana ku bi welatiyên li 6 taxên Sûrê yên hatin qedexekirin û xerakirin re ji bo mal û milkên wan îmze kiribûn bi yek alî xera kir û mafê mal û milkê welatiyan xezp kir. Piştî ku midûriyetê mafê welatiyan ên li malên xwe bimîne ji destê wan girt, welatiyan bertekên xwe anîn ziman.    XWESTIN LI SÛRÊ BIMÎNIN   Piştî Wezareta Derdor û Bajarvaniyê ev proje xist meriyetê, 3 rê dan pêşiya şêniyên xwedî mal û milk ên ji cih û warên xwe hatine koçkirin. Wezaretê xwest ji hilbijartina "Tazmînata maddî", "TOKÎ li cihekî din xanî ji wan re çêke" û "Ji xaniyên ku li Sûrê înşaeta wê didome yekî bistînin" yekê hilbijêrin. Piraniya welatiyên Sûrê xwestin dîsa li Nava Sûrê bimînin û li wir li şûna xaniyê xwe yê hatiye xerakirin xaniyekî din bistînin. Welatiyan û Midûriyeta Bajar û Derdorê li gorî vê yekê peyman îmez kirin. Piştî dem derbas bû Midûriyeta Bajarvaniyê bang li welatiyan kir û diyar kir ku dê li cihê ku xaniyê wan lê dikan hatine avakirin û dê li wir xaniyekî din û zeviyê nedin wan.    PEYMAN YEK ALÎ XERA KIRIN   Welatiyê taxa Cemal Yilmaz ku daxa wan di sînorê qedexeyê de maye Şaban Elçin, diyar kir ku li gel peyman îmze kirine jî peyman yek alî hatie xerakirin û mafê wan binpê kirine. Elçîn, anî ziman ku dema ev yek îtîraz kirine ji wan re xwestiye ku daxwaznameyekê binivîsin û ji Wezaretê re bişînin. Li ser vê yekê me daxwazname ji wezaretêre şand û ev daxwaza me li wir jî hat redkirin. Tu hinceta redkirina daxwaznameya me jî negotin. Piştre Midûriyta Bajarvanî û Derdorê bang li me kir. Dema me çûn wir nehiştin em derbasî hundir bibin. Li derve kaxis dirêjî destê me kirin û diyar kirin ku ferman ji wan re hatiye ku yên ji Sûrê hatin vî ewraqî binivisin biçin. Me xwest em rû bi rû bi axivin. Lê me muxatab nedît."   Elçîn, da zanîn ku di belgeya ku dan welatiyan de gotin: "Qedexe tune, lê di çarçoveya veguhestina bajarvaniyê de piştî biryara xerakirinê hat dayîn, tevlêbûna pişka xaniyên ku li Lalabey û Alipaşa bên avakirin bibe, li ser rapora ku bedel û qîmet daye xaniyan li hev bikin û li şûna wê li TOKİ'yên taxa Uçkuyularê xanî bixwazin."     Elçin, anî ziman ku li vir çareserî tune ye û Sûr aydî xwediyê xwe yê rastîn  e. Elçin, xwest daxwazên wan li ber çavan bê girtin û heta daxwazên wan li ber çavan neyê girtin tu kes ji vê yekê razî nabe. Elçin, herî dawî destnîşan kir ku ew ê dest ji Sûrê bernedin û dê serî li rêyên hiqûqî bidin.    Nêzî 40 mexdûrên ku Midûriyeta Derdor û Bajarvaniyê mafê wan binpê kir, farmên Midûriyetê dane wan xistin destê xwe û li Balikçilarbaşi kom bûn û bertekên xwe anîn ziman. Welatiyên ku mafê wan hatiye binpêkirin diyar kirin ku tu carî vê yekê qebûl nakin.    Welatiyên ku mafê wan hatiye binpêkirin û serî li Wezaretê dabû, daxwaza wan ji aliyê 6'emîn Daîreya Dadgeha Bilind ve hatibû redkirin. Piştî biryara redê, hiqûqnasên ku ji endamên Platfoma Hiqûqnasên Azadîparêz (OHP) û Platforma Surê pêk tên, diyar kiribûn ku biryar li dijî Destûra Bingehîn e, û serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dabûn. Tê payîn ku AYM biryarê bide. Parêzerên OHP ger ku biryarek neyînî ji vir derkeve dê serîli Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) bidin.    MA / Lezgîn Akdenîz - Cahît Ozbek