122 Rêxistinan gotin: Destê xwe nedin Qersê 2020-05-06 11:36:52 ENQERE - 122 Rêxistinên sivîl û demokradîk li dijî êrîşên ku di demên dawî de li dijî Şaredariya Qersê zêde bûne, daxuyaniyek hevpar dan û gotin “Destê xwe nedin Qersê."  Di rojên dawî de êrîşên li dijî Şaredariya Qersê zêde bûne. Hem êrişên fîzîkî û hem jî êrîşên siyasî didomin. Lê rayedarên darazê li hemberî vê yekê bêden in. 122 rêxistinên ku ji partî, saziyên demokratîk saziyên elewî, mafên mirovan, komele û platforên cûda pêk tên, bi sernavê “Rêveberiyên herêmî yên gel in: Destê xwe nedin Qersê!" daxuyaniyek hevpar weşandin. 122 rêxistinan diyar kirin ku şaredariyên di pêvajoya şewbê de bi awayekî serkeftî xizmetê didin gel dibin hedef û êrîşa îqtîdarê û wiha gotin: "Piştî şaredariyên Stenbol, Edene, Mêrsînê niha jî êrîşî Şaredariya Qersê dikin. Hemû kesên alîgirê demokrasiyê divê li Şaredaiya Qersê xwedî derkevin. Divê li dijî van êrîşan bêdeng nemînin û bibin xwedî helwest."     122 rêxistinan dan zanîn ku piştî şaredariyên Stenbol, Edene û Mêrsînê niha jî şaredariya Qersê kirine hedefa xwe û wiha lê zêde kirin: "Bajarê Qersê bajarekî ku Kurd, Tirk, Terekeme, Laz, Azerî, Yerlî, Malakan û gelek civakên din bi hevre di nava hevde lê dijîn e. HDP'ê di hilbijartina 31'ê Adara 2019’an de Şaredariya Qersê tevî deynê 400 Milyon TL dewir girt. Meclisa şaredariyê ji endamên HDP, AKP, MHP, CHP û DSP’ê pêk tên. Piştî şewbê dest pê kir, Şaredariya Qersê li gel rêveberiyên herêmî dest bi piştevanî û şewirmendiyê kir. Piştî vê gavê îqtîdarê şaredarî kir hedefa xwe."     BÊDENG NEMÎNIN   122 rêxistinan bang li hemû kesên ku mafên mirovan, demokrasî û edaletê diparêzin kir û xwest li hemberî van êrîşên li dijî şaredariyê pêk tên bêdeng nemînin û helwesta xwe nîşan bidin.    SAZΠ   Navê saziyên metn îmzekirin wihane: "Platforma Komeleyên Semsûrê, Federasyona Komeleyên Agiriyê, Akkay-Der, Komekeya Hevnasîna Çanda Elewiyên Bektaşî, Şanoya  Bajêr a Amedê, Komeleya Çand û Lêkolîna Anatoliyê, Kooperatîfa Xerat a Jiyana  Anatoliyê, Hewldanan Azadiya Ramanê ya Enqerê, Misilmanên Dijkapitalîst, Meclîsa Gel a Atakentê, Tevna Piştevaniya Ataşehîrê, ANYAKAY-DER, Federasyona Hoçvan a Ardahan, Komeleya Mûxalîfên Leşkerên Darbeya Leşkerî (ADAM-DER), Partiya Azadî, Partiya-Bakur a Kurdistana Demokratîk (PDK), Tevna  Piştevaniyê ya Bahçelîevlerê, Meclîsa Dayikên Aştiyê, MEBYA-DER Êlih, Federasyona Komeleyên Bedlîsê, Înîsiyatîfa 2017'an a Hemwelatiyên Bodrûm, Koma Parêzesrên Hemdem, Komeleya Hiqûqnasên Hemdem, Komeleya  Piştevaniya Çekmekoy, Komeleya Çanda Kedê ya Darica, Platforma Demokratîk a Datça, Yekitiya Ji bo Demokrasiyê, Hiqûqnasên Ji bo Demokrasiyê, Komeleya Elewiyên Demokratîk, Kongeraya Îslama Demokratîk (KÎD), Kongereya Civaka Demokratîk (KCD), Baroya Dersimê, Federasyona Komeleyên Dersimê (DEDEF), Kaxitxaneya Dersimiyan, Eyup, Komeleya Alîkarî û Çanda Gokturk, DDKD, Komeleya Çand û Dostantiyên Şoreşger, Partiya Şoreşger, Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcle, Komeleya Çand a Divrîgî, Koma Diyalogê, MEBYA-DER Amed, DBP, Platforma Komeleyên Başûrêrojhilat û Rojhilat, Mala Cemê ya Duzgun Baba, Komeleya Ekolojiyê, Federasyona Komeleyên Êlihê, Komeleya Hêza Kedê, Partiya Emek (EMEP), Platforma Komeleyên Erzurum, Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Piştevaniya Fatîh, Platforma Maf û Edaletê, Malên Gel, HDK, HDP, Uskudar Haydar, Platforma Komeleyên Bajêr a Idirê, Partiya Mirov û Azadiyê, AMED-FED, Komeleya Gimgiyên Stenbolê, Kaldiraç, Federasyona Komeleyên Depê, Komeleya Çanda Digor Qersê, Komeleya Beykoz Ardaxan Idîr Qersê, Xebatkarên Huner, Tevna Piştevaniya Kartal, Komeleya Hiqûqnasên Kartalê, Parazvanên Beşdaran (KAV), Komeleya Sosyalîstên  Şer. KAYYA-DER, Piştevaniya Stenbol a Çiyayên Kazê, Komeleya Çanda Koçgirî, Kollektîfa Kostebek, PDK-T, KKP, Komeleya Edaletê ya Ji bo Mexdûran, Forum Maltepe, Federasyona Komeley^ne Mêrdînê, MED TUHAD-FED, MED-DER, Şanoya Mencel, Tevgera Ekolojîk a Mezopotamya, MKM, Platfroma Derdorê ya Mugla, Navenda Giştî ya Yekitiya Mulkiyevanan, Federasyona Komeleyên Mûşê, Tevna Piştevaniya Nurtepe-Guzeltepe, Komeleya Akademîk a Sînemaya Rojhilata Navîn, Parezerên Demokratîk ên Azadîxwaz, Komeleya Pîr Sûltan Abdal, Rojnameya  Polîtîka, Meclîsa Demokratîk a Herêmî ya Sancaktepe, Federasyona Komeleya Şêrwan, Tevna Piştevaniya Şîşlî, Meclîsa Demokratîk a Şîşlî, Înîsiyastîfa Xwendekarêbn Ewropa SKYP, Komeleya Gel a Sosyal, SODAP, Partiya Avakirina Ji Nû de Sosyalîst, Mala Cemê ya Azîz Baba ya Sûltanbeylî, Platforma Sûr, Federasyona Komeleyên Suryanî, Komeleya Jinên Suryanî, Piştevaniya Tarlabaşi, Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Azadiya Civakî (TOP), Tora Ziman, Komeleya Çand û Piştevaniyê ya Hemû Tokatiyan, UNIVDER, Platforma Komeleyên Wanê, Federasyona Komeleyên Gimgimê, Koordînasyona Yan Kanal Yan Stenbolê , Hewldana 78'an, Partiya Çep a Keskan û Hewldana Hemwelatiyan."