Ji Meclisa Jinê ya HDP’ê daxuyaniya Kûyûn 2020-05-06 11:37:30 ENQERE - Meclisa Jinê ya HDP’ê, diyar kir ku bi revandina Endama Meclisa Partiyê ya HDP’ê Bûşra Kûyûn têkoşîna jinan hedef hatiye girtin û ev daxuyanî da: “Kesên ku ji têkoşîna wê ditirsin, divê hevala me Bûşra bi tenê nizanibin. Em ê qet rê nedin van polîtîkayên we.” Di 4’ê Gulanê de li Wanê kesên ku xwe weke polis dabûn nasîn, Endama Meclisa Partiyê (MP) ya HDP’ê Bûşra Kûyûn revandibûn û piştî çend saetan li ser rêya Wan û Colemêrgê wê berdabûn. Meclisa Jinê ya HDP’ê, têkildarî revandina Kûyûn daxuyaniyeke nivîskî da.   EV NE BINÇAVKIRINA YEKEMÎN E   Meclisê, di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku desthilata AKP-MHP’ê li şûna têkoşîna li dijî vîrûsa koronayê, li dijî partiya wan û vîna jinê têdikoşe û wiha got: “Jinên ku tekoşîna jinên dimeşînin, dikin hedef. Hevala me Bûşra ji aliyê kesên ku xwe weke polis dane nasîn ve hatiye revandin û gefa derketina ji Wanê li hatiye xwarin. Em zanîn ku ev ne binçavkirina derveyî qanûnan a yekemîn e. Jinên ku li dijî pêkanînê desthilatên berê yên faşîzane, zayendperest, mîlîtarîstd derketine dibin hedefa van gefan.”   ‘HÛNÊ NIKARIBIN ME JI TÊKOŞÎNA ME BIKIN’   Di berdewam daxuniya xwe de meclisê, da zanîn ku revandina Kûyûn girêdayî polîtîkayên dijminane yên AKP-MHP’ê yên li dijî kurd û jinan e û ev tişt ragihand: “Kesên ku ji têkoşîna wê ditirsin, divê hevala me Bûşra bi tenê nizanibin. Em weke jinên ku serê xwe ji operasyonên qirkirina siyasî, girtin, gef û şantajên nûnerên zîhniyeta zayendperest AKP-MHP’ê re netewandine bang dikin ku em ê qet rê nedin van polîtîkayên we. Kesên ku hevî dikin wê bi zext û gefan me ji têkoşîne me bikin, divê li dîroka berxwedane me binêrin. Me berê jî serî ji van polîtîkayên we re netewand û em ê niha jî netewînin.”