Gotinên Denîzan îro jî derbasdar in 2020-05-06 12:01:07 ENQERE - Federasyona 78’an yên Şoreşger, diyar kirin ku gotinên Denîz Gezmîş ên li sêdarê gotin “Bijî Têkoşîna Serbixwe ya Gelên Kurd û Tirk" îro jî derbasdar in.    48 sal berê di 6'ê Gulana 1972'an de Rêberê Artêşa Rizgariya Gelê Tirkiyeyê (THKO) Denîz Gezmîş, Yusuf Aslan û Huseyin Înan hatibûn darvekirin. Denîz Gezmîş, li sêdarê gotibû "“Bijî Têkoşîna Serbixwe ya gelê Kurd û Tirk. Bijî şoreş û sosyalizm. Bijî bîrdoziya bilind a Marksizm-Leninizmê. Bimre emperyalizm” Federasyona 78’an yên Şoreşger, diyar kirin ku gotinên Denîz Gezmîş ên li sêdarê gotin “Bijî Têkoşîna Serbixwe ya Gelên Kurd û Tirk" îro jî derbasdar in. Federasyonê anî ziman ku bîranina Denizan, parastina mafê kedkaran û parastina mafê perwerdehî, tenduristî û jiyane yê gelan e û wiha got: "Bîranina Denizan, li dijî şer parastina aştiyê, li dijî diktator û zilmê parastina demokrasî û edaletê ye, li dijî cudakarî û wêdekirinê parastina xwişk û biratiya gelan. Li dijî hemû cureyên dagirkeriyêye. 48 salin Denîz Gezmiş, Yusuf Aslan û Huseyin İnan di dilê me û hişê me de dijî. Em bi hurmetî wan bibîr tînin."