4 kesên Denîz Gezmiş bibîr anin hatin binçavkirin 2020-05-06 12:10:11 ENQERE - 3 jê endamên Kolektifa Xwendekaran 4 kesên ku Rêberê Artêşa Rizgariya Gelê Tirkiyeyê (THKO) Denîz Gezmîş, Yusuf Aslan û Huseyin Înan bibîr anîn hatin binçavkirin.  48 sal berê di 6'ê Gulana 1972'an de Rêberê Artêşa Rizgariya Gelê Tirkiyeyê (THKO) Denîz Gezmîş, Yusuf Aslan û Huseyin Înan hatibûn darvekirin. Denîz Gezmîş, li sêdarê gotibû "“Bijî Têkoşîna Serbixwe ya gelê Kurd û Tirk. Bijî şoreş û sosyalizm." 4 kesên ku di nava wan de 3 endamên Kolektifa Xwendekaran bûn li pêş Ofîsa Serokomariyê pankart vekirin û xwestin Denîz Gezmîş, Yusuf Aslan û Huseyin Înan bibîr bînin. Dema xwendekaran pankarta "Ji Denîzan heta îro Kolektifa Sosyalîzmê" vekirin û xwestin daxuyaniyê bidin polîsan mudaxale kir û ew binçav kirin.