Endama Meclîsa Şaredariya Hezoyê hat berdan 2020-05-06 13:26:20   ÊLIH – Endama Meclîsa Şaredariya Hezoyê Leyla Onuk a duh di serdegirtina mala xwe de hatibû binçavkirin hat berdan.   Endama Meclîsa Şaredariya Hezoyê ya HDP’yî Leyla Onuk duh di serdegirtina mala xwe de ji aliyê polîsan ve li ber çavê zarokên wê bi îşkenceyê hatibû binçavkirin. Hat zanîn ku Onkuk bi îdiaya “propaganda rêxistinê kiriye” hatiye binçavkirin. Onuk piştî ku îfade da Miduriyeta Polîsan a Hezoyê hat berdan.