Baroya Amedê: Em ê bi 130 hezar hevpîşeyên xwe re li ber xwe bidin 2020-05-06 14:17:02 AMED – Baroya Amedê bertek nîşanî daxuyaniya dê pergala hilbijartina baro û rêxistinên pîşeyî were guhertin da û got: “Îqtîdarê xwe kiriye endezyarê civakê. Em ê bi 130 hezar hevpîşeyên xwe re li ber xwe bidin.” Serokê Giştî yê AKP’ê û Serokkomar Recep Tayîp Erdogan daxuyaniya dê pergala hilbijartina baroyan û rêxistinên pîşeyî were guhertin dabû. Bertekên li dijî daxuyaniya Erdogan didomin. Baroya Amedê daxuyaniyek nivîskî têkildarî mijarê belav kir û bertek nîşanî daxuyaniya Erdogan da.   Baroya Amedê bi bîr xist ku du roj berê Wezareta Dadê daxuyanî daye û gotiye “Têkildarî guhertina yasaya parêzeriyê di rojeva me de nîne.” Baroya Amedê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku di pêvajoya têkoşîna şewbê de welatî li malê hatine hevskirin û ji rêgeza dewleta sosyal bêpar hatine hiştin û terkî çarenûsa xwe hatine kirin û wiha got: “Îqtîdarê vê yekê ji xwe re kiriye fersend û dixwaze di qanûna parêzeriyê de guhertina bike. Em jî bi îbretek mezin li vê yekê temaşe dikin.”   ‘DIXWAZIN BAROYAN Û RÊXISTINÊN MUXALÎF BITIRSÎNIN’   Baroya Amedê destnîşan kir ku di pêvajoya OHAL’ê de bi rêya KHK’iyan rêxistinên civakî yên sivîl û muxalîf hemû hatin girtin, darazê û medyayê girêdan îqtîdarê û ji akademiyan ramana azad hatiye paqijkirin û wiha got: “Herî dawî jî niha dixwazin dest biavêjin baroyên ku ji bo edalet, demokrasiyê û hiqûqê têdikoşin. Ev yek dide nîşndan ku dewleta hiqûqê veguheriye darbestekê. Baroya me jî wek gelek baroyên din di hedefa îqtîdarê de ye û tehamulî daxuyanî û çalakiyên azadiya ramanê û demokratîk nakin. Em vê daxuyaniya ji bo baroyan û rêxistinên pîşeyî li dijî hemû baroyan û rêxistinên muxalîf dibînin û dixwazin çavtirsandî bikin.”   ‘EM Ê LI DIJÎ VAN PLANAN LI BER XWE BIDIN’   Baroya Amedê destnîşan kir ku îqtîdar li her qadên jiyanê bi edaya endezyariya civakê mudaxele dike û wiha got: “Îqtîdar dixwaze bi vê guhertina ku behs dike hemû baroyan daxilî planên xwe bike. Bi vê armancê dixwaze fikr û ramanên cuda li gorî xwe dizayn bike. Dixwaze baroyan jî tev li polîtîkayên xwe yên yekperest ên ‘civaka yek dengî’ bike û bixe bin wesayetê. Em ê hemû mafên gelên Tirkiyê yên takekes û mafên kolektif û mafên pîşeya parêzeriyê biparêz in. Em ê li dijî vê armancê û tişta ku li dijî baroyan û rêxistinên pîşeyî tê plankirin bêdeng nemînin. Em ê bi 130 hezar hevpîşeyên xwe û dostên xwe re her cûre hewldan û berxwedanê nîşan bidin.”