Rêxistinên ciwanan her sê şoreşgeran bi bîr anîn 2020-05-06 15:19:59 NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistinên ciwanên şoreşger, di salvegera 48’emîn a darverkirina Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan de bi bîr anîn û li qeraxê deryayê ya li Dolmabahçeyê qerenfîlan avêtin deryayê.   Pêşengên Nifşê 68’an Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan di 6’ê Gulana 1972’an hatibûn darvekirin. Di salvegera 48’emîn a darvekirinê de tên bibîranîn. Rêxistinên ciwanên şoreşger her sê şoreşgeran bibîr anîn.   Meclîsa Ciwanên HDP’ê ya Stenbolê, Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst, ciwanên endamên Partîzan li Dolmabahçeya Stenbolê bernameyek bîranînê li dar xistin. Parlamenterên HDP’ê Zuleyha Gulum, Mûsa Pîroglû û Mûrat Çepnî û gelek kes beşdarî bîranînê bûn.   Îsal di çarçoveya tevdîrên koronayê de li heman cihê Dolmabahçeyê pêk hat. Beriya bîranînê gelek polîs li derdorê tevdîran girtin.   Ciwanan wêneyên Gezmîş, Înan û Aslan hildan û pankarta “Li dijî emperyalîzmê li ser şopa Denîzan hêvî di sosyalîzmê de ye” vekirin û dirûşm berz kirin.   MOHRA XWE LI DÎROKÊ DAN   Bîranînê bi rêzgirinê dest pê kir û li ser navê rêxistinên ciwanan Nazli Yoyler daxuyaniyê xwend. Yoyler da zanîn ku her sê şitlên şoreşê bi berxwedanê navê xwe di nava dîrokê de nivîsandin û îro têkoşîn li ser hewldanên wan didome. Yoyler diyar kir ku ew wek ciwan û xwendekarên şoreşger li ser mîrateya ji Denîzan dewr girtine têkoşîna xwe didomînin û soza mezinkirina têkoşînê da.   Piştî daxuyaniyê ciwanan bi yek dengî Sirûda Gundogdû xwend û qerenfîlan avêtin deryayê.   CIWANÊN EMEP’Ê HER SÊ ŞOREŞGERAN BI BÎR ANÎN   Meclîsa Ciwanên Partiya Kedê jî li Dolmabahçeyê li qeraxê deryayê her sê şitlan bi bîr anîn û wêneyên wan bilind kirin. Li ser navê Meclîsa Ciwanên EMEP’ê Metekagan Yildirim daxuyanî xwend û got ew carek din soza ku dane Denîzan dubare dikin û dê li ser xeta wan têkoşîna xwe bidomînin.   EDENE   Li Edeneyê jî Rêxistina Partiay Kedê û Meclîsa Ciwanên Partiya Kedê daxuyanî dan û Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan bi bîr anîn. Li vir jî soza mezinkirina têkoşîna her sê şitlên hatin darvekirin hat dayîn.   ÎSKENDERÛN   Şaxa Komeleya Mafê Mirovan a Îskenderûnê jî ji bo bîranîna Denîz Gezmîş, Yûsûf Înan û HuseyÂin Înan daxuyanî dan çapemeniyê û her sê şoreşgeran bibîr anîn. ÎHD’ê got ew ê bi her awayî li dijî binpêkirina mafên mirovan derkevin.