Sabrî Kaya yê girtî cara 15'emîn rakirin nexweşxaneyê 2020-05-06 15:35:24 EDENE - Sabrî Kaya yê nexweşiyên wî giran û li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Osmaniyê girtiye, dîsa rakirin nexweşxaneyê. Di 45 rojan de 15 caran rakirin nexweşxaneyê.    Girtiyê nexweşiya wî giran Sabrî Kaya yê li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Osmaniyê girtiye, di 45 rojan de 15 caran rakirin nexweşxaneyê. 45 roj in Sabrî Kaya di navbera girtîgeh û nexweşxanê de tînin û dibin. Kaya yê di 25’ê adarê de krîza dil derbas kir û dûre xwîn çû ser mejiyê wî, 3 caran kirin beşa venêrtina zêde. Kaya di nava 45 rojan de 15 caran rakirin nexweşwxaneyê. Sabri Kaya, îro dîsa rakirin Nexweşxaneya Bajar a Edeneyê û xistin bin tedawiyê.    Parêzerê Kaya û Endamê Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Îlhan Ongor, anî ziman ku wan ji bo tedbîrê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) daye û bi Dozgeriya Komarê ya Osmaniye, Nexweşxaneya Dewletê û îdareya Girtîgeha Osmaniyeyê re hevdîtin kiriye û wiha got: "Di encama hevdîtinan de muwekilê min sewqî Nexweşxaneya Bajar a Adanayê kirin. Em ê şopdarê vê pêvajoyê bin."