AYM'ê serlêdana der barê girtiyê rewşa wî xedar Kaya de red kir 2020-05-15 09:29:14 EDENE - AYM'ê ji bo serlêdana girtiyê nexweş Sabrî Kaya got, "Îdareya girtîgehê wî dibe nexweşxaneyê û tîne, li girtîgehê ambulans heye" û serlêdan red kir.  Sabrî Kaya ku di Girtîgeha Jimare 2 a Tîpa T a Osmaniyeyê de ye, ji ber ku nexweş e tim û tim nerihet dibe û tim wî radikin nexweşxaneyê. Ji bo vê parêzerê wî serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) dabû ku înfaza Kaya bê taloqkirin. Lê belê AYM'ê serlêdan red kir.    Parêzerê Kaya û Berdevkê Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ÎLhan Ongor, ji bo înfaza Kaya bê taloqkirin û bê tedawîkirin bi daxwaza kontrola bitedbîr serî li AYM'ê dabû.    Ongor, anî ziman ku her î dawî rêviyên Kaya xwînî bûne û ji ber vî wî xistine beşa awarte û got, li girtîgehê du caran qalpaxa dilê wî hatiye guherandin û carekê ameliyat bûye û bi dehan caran jî di beşa awarte de hatiye sekinandin.    BERPIRSIYAR RAYEDAR IN    Ongor, anî ziman ku rewşa Kaya cidî ye, lê belê îdareya girtîgehê, dozgerî û rayedarên nexweşxaneyê carinan tenê bi awayekî sûkî bi dermanan tedawî dikin û di ser guhê xwe re davêjin. Ongor, got: "Sedema ku rewşa Sabrî Kaya wisa xedar bûye bi temamî ji ber îdare, dozgeriyê û bijîşkên Nexweşxaneya Dewletê ya Osmaniyeyê ye."    Parêzer Ongor, anî ziman ku ji bo taloqkirina înfaza Kaya bi daxwaza kontrola bitedbîr serî li AYM'ê dabûn, lê belê AYM'ê ji wan re gotiye, "Îdareya girtîgehê wî dibe nexweşxaneyê û tîne, li girtîgehê ambulans heye. Loma hewceyî daxwaza tedbîrê nake" û serlêdan red kir. Ongur, destnîşan kir ku li girtîgehê hebûna ambulansê nayê wateya ku berpirsiyariya kesên îhmalkarî kirine ji holê radike û got: "Heger AYM'ê belge û agahiyên 6 mehên dawî yên der barê Kaya de bixwestana wê asta îhmalkariyê derketana holê."    Her wiha Ongor, diyar kir ku mehek e desteya tenduristiyê ya Nexweşxaneya Dewletê ya Osmaniyeyê li hev kom nabe û got: "Sabrî Kaya di hevdîtina xwe ya telefonê ya dawî de ragihandibû ku êdî tu hêviya wî ya ji bo jiyanê nemaye. Ên bûne sedema vê bêhêvîtiyê berpirsiyar in."    Herî dawî bijîşkê Nexweşxaneya Bajêr a Edeneyê ji bo Kaya gotibû: "Talûkeya wî didome. Nikare di girtîgehê de bimîne, lê ez nikarim wî li nexweşxaneyê bidim razandin, corona heye" û wî şandibû girtîgehê.    Ongur, anî ziman ku a rast ji berê heya niha tim wisa bûye  û ji ber vê Sabrî Kaya bi mirinê re rû bi rû maye û xwest dozgerên girtîgehan di şexsê Sabrî Kaya de girtiyên nexweş sewqî nexweşxaneyan bikin û li gor raporên wan ên tenduristiyê înfaza wan taloq bikin.    MA / Hamdûllah Kesen