Saleka xwe ya bi astengî derbas bû vegotin 2020-05-15 09:42:36   ŞIRNEX – Hevşaredarên Silopî dan zanîn ku tevî hemû deyn û astengiyan jî bênavber xebatên xwe didomînin û behsa xebatên xwe yên salek dawî kirin.   Li ser şaredariyên HDP’ê û şaredariyên CHP’ê roj naçe ku zext zêde nabin. Her roj li pêşiya van şaredariyan astengî tên derxistin. Şaredariyên HDP’ê tên desteserkirin û qeyûm tayînî şûna hevşaredaran tên kirin. Heta niha qeyûm tayînî 40 şaredariyên HDP’ê hatin kirin. Vê sibehê qeyûm tayînî 4 şaredariyên din jî yên HDP’ê hatin kirin. Qeyûm tayînî şaredariyên Îdîr, Sêrt û navçeyên Sêrtê Misirc û Xana Hewêl hatin kirin. Tevî van hemû zextan jî şaredariyên HDP’ê yên niha di bin rêveberiya HDP’ê de xebat û xizmetên xwe ji bo xelkê didomînin.   Yek ji van şaredariyên HDP’ê jî Şaredariya Silopî ye. HDP’ê li Silopî ji sedî 73.16 dengan bi dest xistibû û di hilbijartinê de bi ser ketibû.   Hevşaredarên Silopî Adalet Fîdan û Suleyman Şavlûk diyar kirin ku ew tevî hemû zext û zordestiyan jî xizmetê ji gel re dikin û behsa pêvajoya salekê xebata xwe kirin.   134 MILYON LÎRE DEYN   Hevşaredar Adalet Fîdan bi bîr xist ku şaredariya wan berê jî 3 sal ji aliyê qeyûm ve hat birêvebirin û piştî ew hatine ser xebatê têkildarî ziyana ku qeyûm daye şaredariyê lêpirsîn dane destpêkirin. Fîdan bi bîr xist ku wan şaredariyê 134 milyon TL deyn wergirtine û got: “Di qasayê de qirûşek pere tune bû. Saziyên şaredariyê hatibûn girtin. Saziya çandê hatibû girtin û saziya jinan jî dewrî saziyek dewletê hatibû kirin. Her wiha xebatkarên saziya jinan peymana wan hatibû betalkirin û di şûna wan de zilaman girtibûn kar.”   SAZIYÊN HATIBÛN GIRTIN VEKIRINE   Fîdan got ji bo hin bêtir xizmetek baştir bikin divê di warê ekonomîk de rewşa wan hin baştir be û ji ber deynên şaredariyê gelek xebatên wan dereng hatine xistin. Fîdan da zanîn ku ew bi soza dê şaredariyê bi xelkê re birêve bibin hatine ser kar û heta niha li 13 taxan civînên gel li dar xistine û li daxwazên welatiyan guhdar kirine. Fîdan got piştî ew hatine ser kar saziyên wan ku hatine girtin carek din ji nûve vekirine û bi taybetî girîngî dane Miduriyeta Polîtîkayên Jinan.   CIWAN Û XWEZA   Fîdan anî ziman ku wan li eraziyek 29 donim çandiniya bostanan kirine û piştî hilberîn çêbibin dê bêpere li gel belav bikin. Fîdan diyar kir ku ew ji daxwazên ciwanan re jî bûne bersiv û rêzeçalakiyên civakî ji bo ciwanan li dar xistine. Fîdan got wan heta niha li 8 taxan 2 hezar û 500 dar çandine û dê ev xebatên wan bidomin.   PROJEYÊN JI BO JINAN   Fîdan da zanîn ku ew ji bo jinan projeyên wan ên “Bazara Kedê ya Jinan” û “Mala Tenûrê” hene û dê bixin meriyete û di çarçoveya vê projeye de jinan serî li wan daye. Fîdan got dê keda jinan li vir bê firotin. Fîdan bal kişand ser pêvajoya pandemiyê ya vîrûsa koronayê jî û got wan li dijî koronayê têkoşiyane û xebatên li dijî wê birêve birine.   ASTENGÎ HENE   Fîdan bal kişand ser astengiyên ji wan re hatine derxistin û wan ji bo “xizmetek hevpar” sê çaran serî li Qeymeqamiya Navçeyê dane lê bersiv nedane wan ango li wan nezivirîne. Fîdan anî ziman ku hin xebatên wan bi sedema “ewlehiyê” hatine astengkirin. Fîdan got xelkê wan bi madî û manevî li cem wan disekine û ew bi hêza ku ji xelkê xwe digirin xebatên xwe birêve dibin.   XELK JI XEBATÊ RAZÎ YE   Hevşaredar Suleyman Şavlûk jî diyar kir ku dema wan nû dewra şaredariyê girtine wek ku qereqolek dewr bigirin û got: “Me şaredariyê kir mala gel û xelk bi rehetî dikare were pirsgirêkên xwe parvebike. Me di çarçoveya xebatên xwe de jî heta niha 110 metrekare kevirên parke bicih kirine. Me gelek rêyan qîr kir. Xebata ku em birêve dibin, xelk bi kêfxweşî pêşwazî dike û ji xebatên me razî ne. Bi taybetî xelkê ku deng nedane me jî xebatên me diecibînin.”   24 SAET XIZMET   Şavlûk destnîşan kir ku hin astengî ji xebatên wan re tên derxistin û wiha got: “Xizmeta me ya ji bo xelkê tê astengkirin. Em li aliyekî xizmeta gelê xwe dikin li aliyekî jî ceza li wesayîtên me tên birîn. Di serdema qeyûm de ji 100 heb zêdetir karker ji kar hatibûn derxistin. Me 4,5 milyon TL pere tazmînata van karkeran razand. Me mexdûriyeta karkeran çareser kir. Ew kesên ji me re astengiyan derdixin jî performansa xebata me diecibînin. Em ê 24 saetan di xizmeta gelê xwe de bin.”   MA / Mujdat Can