Ji ber ambargoyê dermankirina nexweşan tê astengkirin 2020-05-15 10:20:06   MÊRDÎN - Ambargoya 10 mehin li Wargeha Mexmûrê dewam dike, bandorê li nexweşan dike. Endamê Komîteya Tenduristiyê Dr. Bapîr Gundikremo pirsgirêkên tenduristiyê yên li wargehê tên jiyîn vegotin û got: "Derfetên me pir kêmin. Em di çarçoveya derfetên xwe de encex dikarî ji sedî 4 nexweşan derman bikin.”   Ambargoya li ser Wargeha Mexmûrê ya girêdayî Mûsilê ye û 100 kîlometre dûrî bajarê Hewlêr a Herêma Kurdistana Federe ya Iraqê ji 17’ê Tîrmeha 2019’an ve dewam dike. Nêzî 12 hezar welatî li wargehê dijîn. Welatî li aliyekê li dijî şewba vîrûsa korona (Kovîd-19) têdikoşin û li aliyê din jî, dibin ambargoyê de jiyana xwe dewam dikin. Ji ambargoya heyî herî zêde welatiyên nexweş bi bandor dibin û nikarin dermanên xwe peyda bikin.   JI BO NEXWEŞÊN GIRAN JÎ DESTÛRÊ NADIN   Endamê Komîteya Tenduristiyê ya Wargeha Mexmûrê Bijîşk Bapîr Gundikremo, derbarê pirsgirêkên tenduristiyê yên li wargehê tên jiyîn de axivî û agahiyên girîng dan. Gundikremo, diyar kir ku ambargo bi her awayî bandorê li jiyanê dike û wiha axivî: “Hemû qadên jiyanê bi bandor dibin. Di qada tenduristiyê de zorî û zehmetiyên pir mezin hene. Ji ber bêderfetiyan em nikarin mudaxileyî nexweşên giran bikin. Destûr nayê dayîn jî, nexweş biçin nexweşxaneyên ji derveyî wargehê. Ji bo nexweşên ku divê bên emeliyatkirin û jinên biwelidin derfetên me nînin. Nexweş rastî gelek astengiyan tên. Hin nexweş jî rastî mûameleyên xirab tên. Nexweşên giran ên em wan bi zorê dişînin nexweşxaneyên Hewlêrê jî, bi saetan di wesayîtan de tên rawestandin û dema digihin nexweşxaneyê jî, bijîşk bi nexweşên me re eleqedar nabin. Bêyî bên dermankirin wan paşve dişîn in. Di rewşên lezgîn de, em ji rêveberiya herêmê mûxatab nabînin.”   EM DIKARIN JI SEDÎ 4 NEXWEŞAN DERMAN BIKIN   Gundikremo, bal kişand ser derfetên xwe yên kêm û wiha got: “Bi taybetî ji bo nexweşên krînok ên weke tansiyon, şekir û dil nikarin dermanan peyda bikin. Ji bo bi dest xistina dermanan em rastî gelek zoriyan tên. Em ne dikarin ji wargehê derkevin û derman peyda bikin, ne jî dikarin nexweşên xwe rêkin nexweşxaneyên bajaran. Rewşa nexweşên me roj bi roj girantir dibin. Ji sedî 4 em dikarin nexweşên xwe derman bikin. Ji ber bê derfetiyê tedawiya gelek nexweşên em di nivî de dimin in.”   ALÎKARIYA DERMANAN TÊ ASTENGKIRIN   Gundîkremo, têkildarî alîkariyên dermanan ên ji bo wargehê tên kirin jî wiha bilêv kir: “Ji Awropayê alîkariya dermanan ji bo me tê kirin. Lê rêveberiya herêmê van alîkariyan asteng dike. Divê ev astengî bên rakirin û bi lezgînî pêdiviyên dermanan bên pêşwazî kirin. Nêzî 300 nexweşên me yên pirsgirêkên tensiyonê dijîn hene. Nexweşên em yên dil û şeker hene. Welatiyên me yên nexweşiya pençeşêrê bi wan re heye hene. Divê tedaviya van hemû nexweşan bên kirin.”   DI SAYA BERGIRIYAN DE KOVÎD-19 TUNEYE   Gundikremo, dest nîşan kir ku ji 2 mehan zêdetire li dijî şewba vîrûsa koron (Kovîd-19) têdikoşin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di vê pêvajoyê de, kesên ji derve de hatin wargehê 14 rojan di karantîanyê de hatin hiştin. Piştî karantînayê bi dehan mirov girtin wargehê. Dîsa xebatên dezenfektanê li wargehê hatin kirin. Gel bi awayekê hestiyar tevgeriya. Ji ber vê heya niha em rastî bûyerek pozîtîf nehatine. Di saya bergiriyên hatin girtin de li kampê Kovîd-19 tuneye.”   MA / Omer Akin