Parlementerên HDP’ê: Yên dibêjin darbe ew bixwe darbekar in 2020-05-15 10:20:43   NAVENDA NÛÇEYAN – Parlamenterê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû têkildarî tayînkirina qeyûman got: “Yên ku dibêjin wê li me darbe bikin, li dijî îradeya millet darbeyê pêk anîn. Dîsa xwelî li we be.”   Bi biryarnameya Wezareta Karê Navxweyî qeyûm tayînî şaredariyên Îdîr, Sêrt û navçeyên wê Misirc û Hawêl ên HDPê kirin û hevşaredar ji aliyê polîan ve hatin binçavkirin. Bi tayînkirina van 4 qeyûman re jî hejmara şaredariyên HDP’ê yên qeyûm hatine tayînkirin derket 44’an. Parlamenterên HDP’ê li ser hesabên xwe yên Twîtterê bertek nîşanî tayÎnkirina qeyûman dan û qeyûman wek darbeya li dijî vîna gel pênase kirin.   ‘DARBE EV E’   Parlamenterê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû qeyûm wek “darbeya li dijî vîna milletê” pênase kir û wiha got: “Vaye darbe..! Darbeya îqtîdarê ya li dijî îradeya millet ev e..! Yên ku dibêjin wê li me darbe bikin, li dijî îradeya millet darbeyê pêk anîn. Dîsa xwelî li we be! Çima hilbijartin heye??? Qeyûm tayînî şaredariyên Îdir, Sêrt, Misirc û Hawêl hatin kirin. Hevşaredarên me hatin binçavkirin.”   ‘HÛN DARBEKAR IN’   Wekîla Serok a Koma HDP’ê û Parlamentera Sêrtê Meral Daniş Beştaş jî vê twîtê belav kir: “Vê sibehê qeyûm tayînî şaredariyên Sêrt, Îdir, Misirc û Hawêl hatine kirin û hevşaredarên me binçav kirin. Hûn darbekar in. Qeyûm pratîka herî mezin a darbeyê ye.”