Girtiya nexweş Ozbay: Dixwazin em ji mirinan yekê hilbijêrin 2020-05-15 12:18:58   ÎZMÎR - Nexweyşa pençeşêrê ya li Girtîgeha Şakranê girtî Fatma Ozbay, diyar kir ku nexweşiya wê ha tiye pêla 3’emîn û wiha got: "Di pêvajoya pandemiyê de şertên dermankirinê rawestiya ye. Ez nikarim bi serê xwe bijîn. Divê cezayê min taloq bikin. Ji me dixwazin ku em ji mirinan yekê hilbijêrin. Lê mirin bi her awayî mirin e."    Girtiya nexweşa pençeşêrê ya li Girtîgeha Jinan a Şakranê ya Îzmirê Fatma Ozbay, têkildarî şertên girtîgehê û tenduristiya xwe nameyek nivîsand. Ozbay, anî ziman ku bi nexweşiya pençeşêra pêsîrê ye û pençeşêr derbasî pêla sêyemîn bûye. Ozbay a ku pêsîra wê ya çepê jê kirine, di nameyê de anî ziman ku 8 seansan Kemoterapî bûye û 25 seansan jî radyoterapî dîtiye û wiha got: "Piştî van tedaviyan di tahlîla xwîna min de asta pençeşêrê diviya bû ji sedî 30 be, lê ev her dim li jora rêjeya asayî ye. Piştî şewb belav bû tu tedawî nehat kirin. Niha rêjeya xwînê derketiye ji sedî 56’an. Li gel nexweşiya min a pençeşêrê nexweşiya gurçik, fitiqa stu, kezeb, rovî, migren û gelek nexweyiyên din hene. Min bi bunyeya pir zeîf di şertên girtîgehê yên pir xerab de jiyana xwe berdewam kir. Ji ber ku ez bi tenê mam bandorek neyînî li ser tenduristiya min kir. Di 27'ê Kanûna 2019'an de bi sewqa Wezîrê Dadê ez anîm Girtîgeha Jinan a Şakranê. Diviya bû ez ji 13 mehan carekê biçûma kontrola rûtîn. Ji bo şopandina nexweşiyê ku min bişînin Nexweşxaneya Katip Çelebî min daxwazname da midûriyetê. Ez di 12'ê Sibatê de sewqî nexweşxaneya Katip Çelebî kirim. Piştî Ultrason û memografî kişandin, xwestin biyopsî bikin. Lê bi hinceta bilgisayar têk çû bîopsî nekirin û ez şandin girtîgehê. Piştî min 4 saetan rêwîtiya rîngê kir, ez dîsa paşve şandim girtîgehê. Ez nebirim doktorê onkolojiyê. Di 11'ê Adarê de ji bo biyopsî ez sewqî Beşa Cerahiya Giştî kirim. Lê li wir jî ez sewqî beşek din kirim. Çîroka bîopsî ku 5-10 dekikeyan pir dirêj bû. Her ku çû êş zêde bû, nexweşî li min bû îşkence. Ez bi alîkariya hevalê xwe yê qawîşê dijîm. Piştî vîrûs belav bû hemû tedawî û xizmeta tenduristiyê rawestiya. Êdî aşkere ji min re dibêjin di nava mirinan de mirinekê hilbijêre. Dixwazin min bi mirinê razî bikin."    NEDIYARÎ DIDOME    Ozbay, anî ziman ku her dem nediyariyekê pêş dixin û wiha got: "Dixwazin ez her dem di nava bendewariyekê de bim. Şertên jiyanê her ku diçe giran dibe. Nexweşê pençeşêrê divê bi rêk û pêk bê termankirin. Zêdeyî 5 mehin in ez der barê asta nexweşiya xwe de ne xwedî agahiyên zanistî me. Ez dizanin ku ger zû bê dermankirin dê xelasî hebe. Lê mixabin tedawî nayê kirin. Girtîgeh her dem dermankirinê taloq dike. Piştî vîrûsa corona jî lê zêde bû, dermankirina min bi temamî rawestiya. Ez di nava şertên awarte de dijîm. Piştî pandemî jî lê zêde bû, Ez dibînin ku di van şertan de dê dermankirinek bi rêk û pêk neyê kirin. Di pêvajoya pandemiyê de şertên dermankirinê rawestiya ye. Ez nikarim bi serê xwe bijîn. Divê cezayê min taloq bikin. Min daxwazname ji gelek saziyan re nivîsî. Hêvidarim dê hestiyan nêzîk bibin."