Li dijî vîna hilbijêran darbe: Ji 65 şaredariyan qeyûm tayînî 45 şaredariyan kirin 2020-05-15 12:50:47   AMED – Bi tayînkirina qeyûmên şaredariyên Îdir, Sêrt û navçeyên wê Misirc û Hawêl û bajorokê Vartînîs re hejmara şaredariyên HDP’ê yên qeyûm hatine tayînkirin derket 45’an. 12 şaredarî di bin rêveberiya HDP’ê de man.   Îqtîdara AKP’ê israra xwe ya tayînkirina qeyûman ser îradeya gel didomîne. Tevî şewba vîrûsa koronayê jî îro jî li ser biryarnameya Wezareta Karên Nevxweyî qeyûm tayînî 5 şaredariyên HDP’ê hatin kirin. Hevşaredarên şaredariyên Îdir, Sêrt, navçeyên Sêrtê Misirc û Hawêl û Bajarokê Vartînîsa Mûşê hatin binçavkirin û qeyûm tayînî şûna wan hatin kirin. Serdema beriya niha 102 şaredariyên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) hebûn û qeyûm tayînî 96 şaredariya hatibû kirin. Ev polîtîkaya qeyûman nerawestiya û piştî hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adara 2019’an jî tayînkirina qeyûman xistin dewrê û domandin.   HDP di hilbijartina 2019’an de 3 şaredariyên mezin, 5 bajar, 45 navçe û 12 bajarokan bi dest xist û bi giştî 65 şaredariyan qezenc kir. Bi tayînkirina qeyûmên îro re jî hejmara desteserkirina şaredariyên HDP’ê derket 45’an.   YSK’Ê MAZBATAYAN NEDA NAMZETÊN HDP’Ê DA NAMZETÊN AKP’Ê   Piştî hilbijartina 31’ê Adara 2019’an Desteya Bilind a Hilbijartinê (YSK) li ser daxwaza namzetên AKP’ê mazbatayên 6 namzetên HDP’ê ku bi rêjeyên bilind bi ser ketibûn, bi hênceta mexdûrên KHK ango ji karmendiya dewletê îxrac bûbûn betal kir û mazbata da namzetên AKP’ê. YSK’ê mazbatayên hevşaredarên navçeya Rezana Amedê, bajarokê Bazarcixa girêdayî navçeya Dîgora Qersê, navçeya Artemêtana Wanê, navçeya Ebexa Wanê, navçeya Tûşbaya Wanê, navçeya Tekmana Erziromê neda wan û mazbatayan da namzetên AKP’ê. Bi vê yekê re hejmara şaredariyên HDP’ê qezenc kiribû daket 59 şaredariyan.   QEYÛMAN BI 3 ŞAREDARIYÊN BAJARÊ MEZIN DAN DESTPÊKIRIN   Hêj bi ser hilbijartinê de 5 meh derbas nebûn di 19’ê Tebaxa 2019’an de li ser fermana Wezareta Karê Hundir qeyûm tayînî ser şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê hatin kirin. Bi hênceta derbarê hevşaredar Selçûk Mizrakli, Ahmet Turk û Bedîa Ozgokçe de lêpirsînên hatibûn destpêkirin didomin ji wezîfeyê hatin dûrxistin û waliyên van bajaran tayînî şûna wan hatin kirin. Bi tayînkirina ewil a van qeyûman re hejmara şaredariyên HDP’ê daket 56 şaredariyan.   DI 4 MEHAN DE QEYÛM TAYÎNÎ 29 ŞAREDARIYAN KIRIN   Pêla duyemîn a tayînkirina qeyûmên ser şaredariyên HDP’ê di mehên îlon, cotmeh, mijdar û kanûnê de berdewam kir û şaredariyên Bajarokê Awîska Qûbinê, Bajaroka Perî ya Dersimê, navçeyên Pasûr, Hezro, Peyas, Bismil, Karaz, Sûr, Yenîşehîr, navçeya Qereyazî ya Erziromê, Colemêrg, navçeya Gevera Colemêrgê, navçeyên Nisêbîn, Qoser, Stewr, Dêrik, Şemrex ên Mêrdînê, navçeya Kopê ya Mûşê, Bajarokê Lîzê ya Kopê, navçeya Gimgimê, navçeyên Cizîr û Hezex ên Şirnexê, navçeya Pirsûsa Rihayê, navçeyên Erdîş, Elbak, Rêya Armûşê, Bêgir, Qelqelî û Seray yên Wanê bi tayînkirina qeyûman hatin desteserkirin. Di van mehan de qeyûm tayînî ser 29 şaredariyên HDP’ê hatin kirin û bi vî awayî hejmara şaredariyên HDP’ê daket 27 şaredariyan.   JI BER TIRSA QEYÛM JI HDP’Ê ÎSTÎFA KIR   Ji ber tirsa dê qeyûm tayînî şûna wî bikin û dê were binçavkirin Serokê Şaredariya Bajarokê Kaniyahenê ya girêdayî navçeya Hezo ya Êlihê Firat Karabûlût di 10’ê kanûna 2019’an de ji HDP’ê îstîfa kir. Bi vê îstîfayê re hejmara şaredariyên HDP’ê daket 26 şaredariyan.     DI ŞEWBÊ DE JÎ TAYÎNKIRINA QEYÛMAN HAT DOMANDIN   Pêla binçavkirinan hevşaredaran û tayînkirina qeyûmên ser şaredariyên HDP’ê pêvajoya şewba vîrûsa koronayê de jî dewam kir. Li ser daxwaza Wezareta Karê Hundir bi hênceta derbarê hevşaredaran de lêpirsîn hatine destpêkirin di 23’yê Adara 2020’an de hevşaredarên Êlih, navçeyên Farqîn, Erxenî, Licê û Gêlê yên Amedê, navçeya Norşîna Bedlîsê, bajarokê Halfelî ya girêdayî Îdirê û bajarokê Ciwanîka girêdayî Sêrtê ji wezîfeyê hatin dûrxistin û qeyûm tayînî şûna wan hat kirin. Hevşaredarên Êlih, Farqîn, Licê, Erxenî, Gêl, Halfelî hatin binçavkirin. Hemû hevşaredar hatin berdan lê Hevşaredarê Gêlê Mûstafa Akkûl hatibû girtin.     Serokê Şaredariya Navçeya Hezo ya Êlihê Ayhan Eren jî di 21’ê nîsanê de ji HDP’ê hat îxrackirin.   Herî dawî hevşaredarên Îdir, Sêrt, Misirc, Hawêl û Vartînîs hatin binçavkirin û bi tayînkirina van qeyûmên ser 5 navendan re hejmara şaredariyên HDP’ê yên hatine desteserkirin derket 45’an.   12 ŞAREDARÎ MAN   Di bin rêveberiya HDP’ê de heta niha şaredariyên Komura Semsûrê, navçeyên Bazîd, Panos û Giyadîn yên Agiriyê, navçeyên Çinar, Pîran ên Amedê, Bajarokê Sarican a girêdayî navçeya Depê ya Xarpêtê, navçeya Qeraçobanê ya Erziromê, Bajarokê Hoşhaber a Îdirê, Qers, navçeya Silopiya ya Şirnexê û bajarokê Gundikê Melê ya Şirnexê mane.   Wek bajar di destê HDP’ê de heta niha tenê Qers maye.