‘Dewlet li dijî zimanê kurdî darbeyê pêk tîne’ 2020-05-15 14:01:18 WAN – DÎSA-DER, Şaxa Egîtîm Senê ya Wanê û Atolyeya Hunerê ya Aryenê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kirin û gotin a netewê li ser pêya digire ziman e û dewlet jî darbe li dijî xebatên ziman û çanda kurdî pêk tîne.   Komeleya Lêkolînên Ziman, Çand û Hunera Kurdî ya Wanê (DÎSA-DER), Şaxa Egîtîm Senê ya Wanê û Atolyeya Hunerê ya Aryenê bi awayek hevpar bi boneya 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî peyamek pîrozbahiyê belav kirin.   Daxuyaniya hevpar a saziyan wiha ye:   “Wekî tê zanîn ne dîrok, ne civak û ne jî netewe bê çand û huner û ziman ne pêkan e! Ji bo ku mirov qala dîrok, civak û neteweyekê bike divê di holê de çand û huner û ziman hebe ku mirov bikaribe qala wan tiştan bike! Ji ber ku ya dîrokê dike dîrok,ya civakê dike civak û ya neteweyê dike netewe ev hersê hêmanên bingeha pêkhatina mirovahiyê ne!!   Têgîna mirovahiyê ne têgîneke biyolojî û hejmarî, têgîneke civakî û çandî ye ango peyva ‘mirovahî’ ji çêbûna mirovan a fizîkî û zêdebûna mirovan a hejmarî re nayê gotin. Peyva ‘mirovahyê’ ji civakbûyîn û çandiniya mirovan re tê gotin. Ji ber ku ya mirovan ji jîndarên din cuda dike civakbûyîna mirovan e, û ya civakbûyînê jî pêk tîne çand û huner û ziman e. Bi gotineke din em dikarin bêjin ziman nebe çand, çand nebe civak, civak nebe dîrok û dîrok jî nebe mirovahî ne pêkan e.   Îro roj kombûyîna me ya li vir û sedema wê daxwuyaniyê jî mixabin înkarkirin, tunekirin û qirkirina li ser çand û huner û zimanê gelekî ya domdar e. Ew gelê ku çand û huner û zimanê wê bi domdariyeke dijwar û bê navber tê înkarkirin, tunekirin û qirkirin jî mixabin gelê ku bi navê KURD ê ku di bingeha pêkanîna dîroka civakbûyîn û çandiniya mirovahiyê de xwedî rol-risteke sereke, bandoreke diyarker û mohra zêrîn e.   Gelê Kurd ne gelekî bê çand-huner-ziman ne jî gelekî bê dîrok e. Bila baş bê zanîn ku gelê Kurd hem xwedî çand û huner û zimaneke xurt û berfireh û kevnar û dîrokekî kûr û qedîm û hem jî di pêkanîna çand û dîroka tevahiya mirovahiyê de jî xwedî kedekî bêhempa, pareke mezin û roleke diyarker e.   ZIMAN GELAN DIPARÊZ E   Bi minasebeta Kovara Hawarê ya ku di sala 1932'yan de ji hêla Celadet Elî Bedirxan ve, bi Kurdî û Elfabeya Latînî derketiye û dest bi weşanê kiriye; ji sala 15'ê Gulana 2006'an û vir de her sal roja 15'ê Gulanê wekî Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin. Ziman, piştevana ku gelan diparêze, wan li ser piyan dihêle û diroka wan dide pelikandin e. Tunehesibandin û qedexekirina zimanekî, tunehesibandina çand û dîroka gelê ku bi wî zimanî diaxive û mehandin û tunekirina bîra wî ye. Gelê Kurd ê ku bi salan e tuçarî stemkarî û qedexeyan bûye, ji bo wê ye ku Cejna Zimanê Kurdî wekî roja têkoşinê dibîne û li zimanê xwe xwedî derdikeve.   Bila baş bête zanîn; ligel ku li gelek welatên dinê, ji zimanekî bêtir gelek ziman wekî zimanên fermî têne bikaranîn, li Tirkiyeyê ji bo zimanê ku bi mîlyonan mirov pê diaxivin hê jî qedexe ye û ji bo wê tu maf nehatiye dayîn. Sedema vê yekê danjibîrkirin û tenêkirin e.   DARBE LI XEBATÊN KURDÎ XISTIN   Di vê maweyê de, bi destpêka OHALê dibistanên ku bi kurdî perwerdehî didan hatine girtin, di serî de KURDİ-DER û komele, sazî û akademiyên ku li ser ziman, çand û wêjeya kurdî lêkolîn dikirin bi KHK'yan hatine girtin; weşana rojnameya Azadiya Welat a ku tekane bi kurdî bû, hatiye sekinandin Şaredariyên ku ji hêla Kayiman de têne birêvebirin, çalakiyên çandî û hunerî dane sekinandin. Mafên herî kêm yek bi yek ji kurdan hatine standin. Hemû maf, tenê bi hefteyê du saetan dersên bijarte ên ku li ser navê ‘Ziman û Zaravayên ku dijîn" tên dayîn, hatine sînordarkirin. Li gorî xwe vê yekê têr dibînin.   Ji bo jiyaneke azad, wekhevî û bi rûmet divê astengiyên li ber zimanê kurdî bêne rakirin. Kurdî di hemû qadên civakî de were bikaranîn û ji bo vê yekê gav bêne avêtin.   Bila neyê jibîr kirin; gelên ku nikaribin bi zimanê xwe bi kar binin; nikaribin bi zimanê xwe biaxivin û binivîsin, bi zilm û bişavtina herî mezin re rû bi rû dimînin. Gel bi saya zimanê xwe li ser piyan dimînin û gelê kurd ji bo ku zimanê xwe biparêze têkoşîna herî mezin daye ber xwe.   Li ser esasê nirx û rêzdariya vê têkoşînê; jiyandina zimanê kurdî bi zimanê xwe binivîse, bi zimanê xwe bixwîne. Peywira me ya herî mezin berzkirina vê mîreteyê ye.   Em di wê çarçoveya rasteqînî de cejna 15'ê Gulanê a zimanê Kurdî li tevayi Kurd û Kurdistanî û dost dilxwazên Kurd û Kurdistaniyan û hemû kesên çandparêz û welatparêz û zimanhez bi germahî û dildarî pîroz dikin û banga xwedîderketina çand-huner-zimanê Kurdî dikin.   Zimanê me hebûna me ye. Zimanê me rûmeta me ye. Zimanê me pêşeroja me ye.”