TJA: Her netew li ser çand û zimanê xwe mezin dibe 2020-05-15 15:00:55 AMED - TJA’yê bi minasebeta Cejna Zimanê Kurdî, daxuyanî da. Hevseroka HDP’ê ya Sûrê Hatûn Yildiz, xwezt her netew li nasname, çand û zimanê xwe xwe xwedî derkevin û got: "Her dar li ser koka xwe û her netew li ser çand û zimanê xwe mezin dibe."     Tevgera Jinên Azad (TJA), bi minasebeta 15'ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî, li pêş avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Peyasê daxuyanî da çapemeniyê. Endam û rêveberên bajar û navçeyên Amedê yên HDP’ê û DBP’ê, endamên MEBYA-DER’ê, endama MYK’ê ya Meclîsa Jinên Sosyalîst (SKM) Satiye Ok û aktîvîstên TJA’yê beşdar bûn. Bi zaravayê Kurmancî Hevseroka HDP’ê ya Sûrê Hatûn Yildiz, bi zaravayê kirmanckî Hevseroka HDP’ê ya navçeya Peyasê Besîle Narîn daxuyanî xwendin. Di çalakiyê de pankarta "Cejna Zimanê Kurdî Pîroz Be" vekirin.    ‘HER DAR LI SER KOKA XWE ŞÎN DIBE’    Yildiz, diyar kir ku zimanên heyî û yên li ber tunebûyînê ve diçin herdem bûne mijara sereke ya neteweyan û wiha got: “Her ziman di dîroka mirovahiyê de cihekî taybet digire û ev mafekî rewaye ku bê jiyandin û bê parastin. Lê mixabin gelek caran hîn alî  li ber vî mafê xwezayî dibin asteng û nahêlin ku ev zimanên heyî bên axaftin. Lê çi dibe bila bibe hewceye her netew li nasname,çand û zimanê xwe an ku li hebûna xwe xwedî derkeve. Ji ber wê yekê em Cejna Zimanê Kurdî bi dil û can li hemû gelê kurd pîroz dikin û dibêjin, her dar li ser koka xwe, her netew li ser çanda xwe mezin dibe.”   Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Bê Ziman Jiyan Nabe’ û ‘Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû.