Polîsan bi gaza îsotê êrîşî welatiyan kirin 2020-05-15 15:02:13   ÎDIR - Li Îdirê welatiyên xwestin tayînkirina qeyûm a Şaredariya Îdirê û binçavkirina hevşaredarên xwe şermezar bikin, lê polîsan bi gaza îsotê êrîşî girseyê kir.   Polîsên ku avahiya Şaredariya Îdirê dorpêç kirin, êrîşî welatiyên xwestin tayînkirina qeyûm a şaredariyê û binçavkirina hevşaredaran Eylem Çelîk û Yaşar Akkûş şermezan bikin, kirin û bi gaza îsotê mudaxileyê welatiyan kirin. Polîsên gaza îsotê li welatiyan reşandin, Alîkarê Serokê Şaredariyê Halîs Guneya derp kirin.