Egîtîm Sen: Bi zimanê xwe bijîn 2020-05-15 15:56:41 AMED - Şaxa Egîtim Sen'ê ya Amedê bi minasebeta Roja Cejna Zimanê Kurdî daxuyanî da û xwest li dijî hemû astengiyan zarok bi zimanê dayikê biaxifin, bi zimanê xwe bilîzin û bi zimanê xwe bijîn.    Bi wesîleya 15'ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî, Şaxa Egîtîm Senê ya Amedê li ber avahiya Şaxa 1'emîn ya Egîtîm Senê daxuyanî da. Hevseroka Şaxa 1'emîn ya Egîtîm Senê ya Amedê Hatîce Efe daxuyanî xwend. Hatîce Efe, bal kişand ser girîngiya Roja Cejna Zimanê Kurdî û wiha got: "Wek hemû gelên cîhanê, Kurd jî xwedî zimanekî esasî ye. Ev ziman ji zaravayên kurmancî, dimilî, soranî, goranî û lûrî pêk tê. Îro li her devêrên ku Kurd lê dijîn 15’ê Gulanê weke Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin. Ziman ji bo her gelan girîng e û ji bo her mirovî girîng e. Zimanê zikmakî, dibe parçeyek kesayet, nasname, hest û bîra mirovî."   'DIXWAZIN CIVAKEK YEK RENGÎ AVA BIKIN'   Hatîce Efe, destnişan kir ku îqtîdar dixwaze civakeke yekrengî avabikin û wiha axivî: "Bi taybetî ji dema afirandina netew dewletan û vir ve tê xwestin ku civakeke ji her alî de yekreng bê avakirin. Di vir de bi taybetî yek ziman li ser gelan tê ferzkirin. Ev xetereyek e. Derdorên zanistê tînin ziman ku tenê bi parastin û pêşvebirina zimanên cuda û heyî, dîsa bi van zimanan hîndekarî bê kirin û perwerde bi van zimanan bê dayîn ancax bi vî awayî ev xetere dikare bê sekinandin. Li gelek welatên bi pirzimanî perwerde tên dayin û ev welat jî ji her alî de her ku diçe pêş ve diçin. Lê belê mixabin li Tirkiyeyê bi avakirina netew dewletê cudahiyên civakî û pirzimanî weke xetereyêk hatin dîtin. Xwestekên bikaranîna zimanê zikmakî jî wekî tirsa parçebûnê hatin dîtin û wekî sûc hatin nirxandin. Her kes dizane ku ev polîtîkayên bişaftinê sûc e."     Efe, Cejna Zimanê Kurdî li hemû Kurdan pîroz kir û wiha dawî li daxuyaniyê anî: "Ji bilî tirkî gelek zimanê din jî li vî welatî hene, lê tenê bi zimanekî perwerde tên dayîn û wekî zimanê fermî tê nasîn. Lê zimanê din jî tune dikin. Em bang dikin, li dijî hemû astengiyan divê zarok bi zimanê dayikê biaxifin. Bi zimanê xwe bilîzin. Dan û stendinê xwe bi zimanê xwe bikin. Bi malbata xwe re bi zimanê dayika xwe biaxifin. Jiyana xwe bi zimanê xwe bijîn."