Li her deverê bertek nîşanî qeyûman dan: Roj ne roja bêdengiyê ye 2020-05-15 16:09:52 NAVENDA NÛÇEYAN – Rêxistinên HDP’ê yên bajaran bertek nîşanî tayînkirina qeyûman dan û wiha hat gotin: “Qeyûm darbeya li dijî vîna hilbijêran e. AKP darbeya rasteqîn e. Roj ne roja bêdengiyê ye.” HDP’iyan bang li Ekrem Îmamoglû û hilbijêrin din kirin ku li dijî qeyûman derkevin.   Vê sibehê li ser biryarnameya Wezareta Karên Navxweyî qeyûm tayînî şaredariyên HDP’ê yên Îdir, Sêrtê, navçeyên Sêrtê Misirc û û Hawêl û bajarokê Vartînîs ê Mûşê hatin kirin. Hevşaredarên her pênc şaredariyan jî hatin binçavkirin. Li dijî tayînkirina qeyûman li gelek navendan Rêxistinên HDP’ê yên bajaran daxuyanî dan çapemeniyê û nerazîbûn nîşan dan. Di daxuyaniyan de hat gotin AKP li dijî vîna gel darbeyê pêk tîne. Li Stenbolê banga hevgirtinê li Îmamoglû û hemû hilbijêrên din hat kirin û wiha hat gotin: “Roj ne roja bêdengiyê ye.”   STENBOL   Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê li ber avahiya xwe daxuyanî da û wekîl û rêveberên HDP’ê beşdarî daxuyaniyê bûn û dirûşmên li dijî qeyûman berz kirin. Hevserokê Rêxistina HDP’a Stenbolê Erdal Avci destnîşan kir ku di 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî de ev roj bi taybetî hatiye bijartin û bijarteyên HDP’yî bi rebaza darbeye tên binçavkirin û şaredarî tên desteserkirin û vîna gel xistine bin îpotekê. Avci bang li her alî kir û got: “Îro roj roja yekîtiyê ye. Werin em li dijî qeyûman li gel bisekinin.” Avci bi boneya dijderketina tayînkirina qeyûman bang li hêzên demokrasiyê kir û wiha got: “Em di serî de bang li birêz Ekrem Îmamoglû yê ku gelê me ji bo demokrasiye piştgiriyê daye dikin û her wiha em bang li hemû hilbijêrên li ser navê demokrasiye hatine bijartin dikin, roj ne roja bêdengiyê ye. Roj roja hevgirtina li dijî qeyûman e.”   Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum jî axivî û tayînkirina qeyûman şermezar kir û got “Destê xwe ji ser şaredariyên me vekişînin. Şaredarî di qirika we de bimînin.”   Pişt re jî Rêveberê HDP’a Stenbolê Erkan Tepelî daxuyaniya çapemeniyê xwend û tayînkirina qeyûman şermezar kir û got dê ew di têkoşîna xwe de israr bikin û bidomînin.   ENQERE   Rêxistina HDP’ê ya Enqereyê jî li ber avahiya şaxa partiya xwe ya Çankayê daxuyanî da û tayînkirina qeyûman şermezar kir. Rêveberê HDP’ê Denîz Akil daxuyanî da û da zanîn ku gelê kurd gora vê îqtîdara yekperest bikole.   Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Mamak a Enqereyê jî xwest bi daxuyaniyek çapmeniyê sepana qeyûman şermezar bike, lê polîsan mudaxileyî HDP’iyan kir û HDP’iyan pişt re hem mudaxileya polîsan û hem jî tayînkirina qeyûman protesto kir.   ÎZMÎR   Rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê jî li ber avahiya xwe bi beşdariya hevserok, rêveber û parlamenterên xwe daxuyanî da û tayînkirina qeyûman şermezar kir. Parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Gulistan Kiliç Koçyigît da zanîn ku AKP xwedî ferasetek darbekar e û got bi rojane AKP li ser televîzyonan HDP’ê kiriye armanca xwe û di encama vê armancê de jî şaredariyên wan desteser kiriye.   EDENE   Rêxistina HDP’ê ya Edeneyê jî bi beşdariya gelek kesan li dijî tayînkirina qeyûman xwest li ber avahiya xwe daxuyanî bide. Polîsan destûra daxuyaniyê neda û li ser vê yekê HDP’iyan li hundirê avahiya xwe daxuyanî da û qeyûman şermezar kir û banga têkoşîna li dijî îqtîdara AKP’ê hat kirin.   MÊRSÎN   Rêxistina HDP’ê ya Mêrsînê jî li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist û bertek nîşanî tayînkirina qeyûman da. Hevserokê HDP’a Mêrsînê Mehmet Aliş bertek nîşanî şandina tayînkirina qeyûmên ser vîna gel da.   HATAY   Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Îskenderûna Hatayê jî tayînkirina qeyûman bi daxuyanik çapemeniyê şermezar kir. Hevserokê HDP’a Îskenderûnê Nevzat Guzel da zanîn ku tu kes nikare vîna gel desteser bike. Guzel Cejna Zimanê Kurdî ya gelê kurd jî pîroz kir.   ANTALYA   Rêxistina HDP’ê ya Antalyayê jî tayînkirina qeyûmên ser şaredariyên partiya xwe şermezar kir. Hevserokê HDP’a Bajêr Muhsîn Taşan diyar kir ku vîna gel hatiye desteserkirin û ew ê li dijî vê desteserkirinê têbikoşin.   MANÎSA   Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Turgûtlû ya Manîsayê jî bi boneya tayînkirina qeyûman û Cejna Zimanê Kurdî li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Hevserokê HDP’a Turgûtlûyê Hayrî Boku daxuyanî xwend û tayînkirina qeyûman şermezar kir.   MÛGLA   Rêxistina HDP’ê ya Mûglayê jî tayînkirina qeyûman şermezar kir û Hevseroka Rêxistina Bajêr Fûlya Erdogan daxuyanî xwend û desteserkirina şaredariyan şermezar kir.   AYDIN   Rêxistina HDP’ê ya Aydinê jî li dijî tayînkirina qeyûman daxuyanî da û Hevseroka HDP’a Bajêr Ayşenûr Vaîzoglû daxuyanî da û sepana tayînkirina qeyûman şermezar kir.   DENÎZLÎ   Rêxistina HDP’ê ya Denîzlî jî bertek nîşanî qeyûman da. Hevseroka HDP’a Denîzliyê Hande Ozkan daxuyanî xwend û biryara tayînkirina qeyûman protesto kir.