Adiyaman: Wezareta Tenduristiyê destûrê nade lêkolînên zanistî 2020-05-15 16:15:36   ENQERE - Serokê Konseya Navenda TTB’ê Prof. Dr. Sînan Adiyaman, diyar kir ku Wezareta Tenduristiyê ji tirsa ku hejmara rast derbikeve holê, destûr nade ku xebatên lêkolînên zanistî bên kirin.   Konseya Navenda Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) û Destaya Koordînasyona Komeleyên Pirspor a TTB’ê, bi tevlîbûna nûnerên komeleyên pispor, derbarê sînordarkirina lêkolînên zanistî yên têkildarî şewba vîrûsa korona (Kovîd-19) de, bi rêya konferansa vîdeoyê civîna çapemeniyê li dar xistin. Serokê Konseya Navenda TTB’ê Prof. Dr. Sînan Adiyaman, daxuyaniya hevpar di civînê de xwend û û wiha axivî: “Şewba Kovîd-19 pirsgirêkek mezin a tenduristiyê ye. Di heman demê de, rê li ber pirsgirêkên cîdî yên civakî û aboriyê vedike. Ji bo astengkirina encamên neyînî û pêşî li belavbûna şewbê girtin, li tevahiya cîhanê gelek sazî û dezgeh, bi hezaran mirovên zanist û akademîsyen seferber bûne. Ji bo ku pêşiya şewbê bê girtin û bi dawî bibe, pêdivî bi agahiyên zanistê hene. Ji bo vê jî divê xebat û lêkolîn bên kirin.”   DESTÛRÊ NADIN XEBATA ZANISTÊ   Adiyaman dest nîşan kir ku ji bo birêve birina xebatên zanistê divê serlêdan bê kirin û wiha got: “Ji bo em xebatê bi rêve bibin divê em destûr bigirin. Wezareta Tenduristiyê destûra lêkolînên zanist bi xwe ve daye girêdan. Em vê yekê rexne dikin. Gelek lêkolînerên dixwazin xebatên zanistên pir navendî bi rêve bibin, ji ber vê sedemê nikarin bixebitin. Li şûna ku Wezareta Tenduristiyê lêkolînên zanist teşwîq bike, bere vajî pêşiya van lêkolînan digire. Encamên xebatên zanistê pir girîngin. Ev bandorê li jiyana bi deh hezaran mirov dike. Berî her tiştî em dixwazin astengiyên heyî bên rakirin.   DESTÛRÊ NADIN XEBATÊN QADAN JÎ   Endamê Komeleya Pisporên Tenduristiya Gel Prof. Dr. Sarp Unar jî, diyar kir ku endamên wan dixwazin li qadan lêkolînan bikin, lê destûr ji bo wan nayê dayîn û wiha got: “Ji bo vê me serlêdan kir, lê serlêdana me nehat qebûl kirin.”