Bijîşkekî din bi Covît-19 jiyana xwe ji dest da 2020-05-15 16:47:37   ÎZMÎR - Endamê Odeya Bijîşkên Îzmîrê Dr. Yildirim Can, ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da.   Endamê Odeya Bijîşkên Îzmîrê, Pisporê Nexweşiyên Zarokan Dr. Yildirim Can, ji ber şewba vîrûsa korona (Kovîd-19) jiyana xwe ji dest da. Odeya Bijişîkên Îzmîrê, derbarê wefata Yildirim de, li ser hesabê xwe yê medya civakî daxuyaniyek kurt da. Di daxuyaniya hat dayîn de wiha hat gotin: “Endamê Odeya Bijîşkên Îzmîrê, Pisporê Nexweşiyên Zarokan Dr. Yildirim Can, ji ber şewba vîrûsa korona (Kovîd-19) jiyana xwe ji dest da. Em ji ber wefata Yildirim bi xemgînin. Em ji malbat, xizmên wî û hemû hevalên wî yên xebatê re sersaxiyê dixwazin.”