Celîlê Celîl: Divê kurd dibistana vekin bi navê Hawarê 2020-05-15 23:48:13       AMED - Prof. Dr Celîlê Celîl, di gotûbêja "Folklor, Ziman û Zargotin"ê de got, divê kurd dibistana vekin bi navê Hawarê.   Di roja sêsiyan ya bernameyên Tora Ziman û Çanda Kurdî de, gotûbêja "Folklor, Ziman û Zargotin" hat lidarxistin. Gotûbêj bi awayekî onlîne li ser hesabê Instagramê yê Weqfa Mezopotamyayê bi moderatoriya Zeynep Yaş û bi beşdarbûna Dîroknas û Folklornasê Kurd Prof. Dr. Celîlê Celîl hat lidarxistin.    Di destpêka gotûbêjê de ewilî moderator Zeynep Yaş behsa xebatên Weqfa Mezopotamyayê û dîroka Roja Cejna Zimanê Kurdî kir. Dîroknas û Folklornasê Kurd Celîlê Celîl jî qala jiyana malbata xwe kir û got: “Gava me çavê xwe vekir, di mala xwe de me rewşenbırên kurd dîtin. Me kurdîtiya xwe ji dê û bavê xwe girt. Piştî ku em mezin bûn ev bû pergalek.”   ‘JI FOLKLORÊ RE XULAMTIYÊ BIKIN’   Celîl, destnîşan kir ku Bakur ji aliyê folklorê ve dewlemend e, weke behrekê ye û got: “Ez bi tecrubeya xwe dibînim ku dewlemendiyek û bêxemiyek heye li Bakur. Lê ew behr kêm bûye ez têm dibînim ne wek berê ye. Lazim bû ji folklorê re xulamtî hatibûya kirin. Folklor her roj dimire. Gazinên min gelek hene. Metodeke berhevkeriyê tune ye. Lazime bibin derwêş, gund bi gund bigerin, li çolê razin, nan û çayê bixwin, vexwin.”    Celîl, destnîşan kir ku kesên bi folklorê re mijûl dibin ji ber teknolojiyê bi şens in û got: “Gereke kuncek nehêhiştibûya, deng bigirtana, imbar kiribana. Divê bi milyon berhevkirin çêkirina, kom bi kom geriyabûna bi sîstematîk xebat kiribûna. Xebat kêm in. Gereke gund bi gund xebat bên kirin.”   ‘ŞEVÊN ÇÎROKBÊJIYÊ LI DAR BIXIN’   Celîl, anî ziman ku divê kurd dibistana vekin bi navê Hawarê û got: “Zaroka hîn bikin. Niha dengbêj nemane, hemû stranbêj in. Dengbêj ew in ku yên ser her tiştî stranekê çêdikin. Ez dixwazim ku şevên çîrokbêjiyî werin lidarxistin."    Celîl, ji bo folklorê got: “Kesekî bernedin, berhev bikin. Deng bigirin bi telefonê. Dora hezar nefer ji min re bi telefonê nifir dişandin."